ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê wê bêne şopandin.
- Partiya Çepên Kesk wê 4'emîn Kongreya Mezin a Asayî lidar bixe.
- Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Dûran Kalkan taybetmendiyên kesayetiya sosyalîst ên di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de şênber bûne, teoriya qutbûnê, pêkhatina vê yekê di kesayetiya Abdullah Ocalan de û civakîbûna vê yekê ji ANF'ê re nirxand.
- Wekîla Partiya Çepên Kesk Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku her cara tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd tê şidandin şer û krîz jî kûr dibin û got, "Di şexsê Birêz Ocalan de paşeroja gelê Kurd tecrîdkirî ye."
- Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê Vedat Ece diyar kir, ku her kesên dibêjin ew hiqûqê, mafên mirovan û qedexeya êşkenceyê diparêze divê li ber tecrîdê rabe.
- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo rojnamevan Necmettîn Salaz peyameke sersaxiyê weşand.