ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

-Înîsiyatîfa Defend Kurdistan li ser êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da û li dijî bikaranîna çekên kîmyewî, banga tevlêbûna çalakiyan kir.

- CPT çûbû serdana Îmraliyê lê heta ku Tirkiye destûrê nede, wê daxuyaniyê nede. Hevseroka OHD’a Stenbolê parêzer Esra Bîlen diyar kir ji ber şertên di sala 2019’an de neguheriye CPT dibe ku daxuyaniyê bide.

-Midûrê Herêma Rêya Bêjahî ya 11’emîn a Wanê Hasan Alî Arslan 8 wesayîtên taybet bi kar tîne û di heman demê de ji bo xwe mescîteke taybet jî çêkiriye.

-Li Tirkiye û Kurdistanê wê çalakiyên xizmên kesên hatine windakirin werin şopandin.

-Şehîd Aso yê ku rêwitiya wî li Kirmanşanê dest pê kiribû heta Botanê domiya. Wî diyar dikir kenê wî diyariya wan şehîdan e ku ji bo azadiyê canê xwe dane.