ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî vê mijarê wê werin şopandin.

Seroka Desteya jinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Xidro anî ziman ku li herêmên wan jî tundî li jinê tê kirin û destnîşan kir ku wê li dijî vê yekê qanûnên jinê çêbikin.

Gerîla Sarya Diyar got, "Em li ku li ber xwe bidin çiyayên me ew der e. Li kolaneke biçûk a bajarekî ku em nas nakin jî berxwedan dikare hebe. Ew der jî ji bo me çiya ye."

Gerîlaya YJA Starê Destîna têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk axivî û got, "Em dixwazin dijmin ji Kurdistanê biavêjin û li çiyê bi rengekî azad bijîn. Yekane hêza ku li dijî van êrişan me bi ser bixîne, hêza jinê ye."

Parlamenta Lîtvanyayê doh projeyek pejirand ku koçberên bi qaçaxî were vî welatî dikarin bêne destgîrkirin.

Li herêma Tîgre ya Etiyopyayê, Hêzên Ewlekariyê yên Tîgre ji bo bidestxistina herêmên di destê artêşê de ne, dest bi operasyonê kirin. Şerê li herêmê bandor li kampeke koçberan kir.