ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên şermezarkirinê yên li hemberî êrîşan wê bêne şopandin.
- Çalakiyên xizmên windayan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê tên lidarxistin, wê werin şopandin.
- Şoreşa Rojava xwe spart fikir û ramanên Rêbertî, gel û pêkhateyên din ên sûriyeyê Nêzîkatiyeke dijminatî ji şoreşa Rojava re ne kirin; berovajî wê, ew xwedî lê derketin û dîtin ku şoreşa Rojava şoreşa wan tevaye. Nirxandina Aldar Xelîl.
- Gerîlayên HPG’ê yên enternasyonalîst têkîldarê armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker axivîn û bang li gelê Ereb û bi taybet jî ciwanan kirin ku piştgiriyê bidin têkoşîna azadiyê.
- Pisporê Rojhilata Navîn Dr. Taha Elî Ahmed got ku modela ku Abdullah Ocalan afirandiye civakê dixe navendê û xwedî nirxên avaker ên weke biratî, hevgirtin, wekhevî û jiyana hevbeş a gelan e.
- Gerîla Êrîş Bahoz got ku dewleta Tirk ne dewletek wisaye ku were singe sing bi hevalan re şer bike û got: “Wê çaxê ez dikarim bibêjim wê rewşa dewleta Tirk ji rewşa niha xirabtir bibe. Em hemû hevalên niha di çeperan de cihê xwe digirin di vê baweriyê de ne û şer dikin.”
- Koordînasyona KJK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û pêngava 10'ê Cotmehê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin silav kir.
- Li navçeya Erdîşê ku navenda çandiniyê, ji ber polîtîkayên şaş cotkar êdî nikarin dabara xwe bikin. Cotkar Mûstafa Yilmaz diyar kir ku ji ber krîza aborî di berhemên xwe de zirar dikin.