ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Yek ji kesayetên ku li ser êrîşên artêşa Tirk ên bi çekên kîmyewî rapor amade kir Dr. Beppe Savary got, "Gotinên Akar ên li ser bikaranîna gazê, delîla herî girîng e. Ev delîl bi xwe têrê dike ji bo OPCW dest bi lêkolînê bike."
- Ji Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk ên têkildarî peydakirina hincetan ji bo êrîşên nû yên dagirkeriyê û got, "Hewl dide şêweyê êrîşan biguherîne."
- Hevserokê FEDA'yê Demîr Çelîk destnîşan kir ku biryara avakirina Serokatiya Cemxaneyê biryareke destwerdana dewletê ya nijadperest, tekperest û înkarê ye, ku wê di nava baweriya Elewiyan de bibe sedema qirkirina çandî, bawerî û siyasî.
- Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Habîp Eksîk ku piştî êrîşa polîsan birîndar bû û tedawiya wî dewam dike, wiha axivî "Em malbateke gelekî mezin in, em ê bi têkoşînê bi ser bikevin."
- Sekretera Giştî ya KCDP'ê Fîdan Ataselîm anî ziman, hinek hene ku rejîma molla ya li Îranê ji xwe re dikin mînak û got, "Em dixwazin bi rengekî azad bijîn û kes wê nikaribe li pêşiya vê bibe asteng."
- Li gorî rapora Weqfa Parastina Xwezaya Cîhanê, populasyona jiyana kûvî ya cîhanî ji sala 1970'î û vir ve di asta ji sedî 69 de kêm bûye.