ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2021'Ê

Sernavê sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser Metînayê û bûyerên têkildarî vê mijarê wê werin şopandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bal kişand ser sedemên çûyîna Erdogan a li Amedê û got, "Diyar e ku Biden hinekî ew tengav kiriye. Bi rengekî cidî hişyar kiriye. Ev ne çûyîna Erdogan bi xwe ye."

Hatîce Altûn, Dayika Hatîce ya Apoyiyan 13'ê Tîrmeha 2014'an li sirgûnê li bajarê Kolnê yê Elmanyayê jiyana xwe ji dest da. Îro salvegera mirina Dayika Hatîce ye. Dayika Hatîce ku şahidî ji avabûna Tevgera Apoyî re kir ji Rêber Apo heta Hakî Karer, ji Mazlûm Dogan heta Kemal Pîr, Dogan Kiliçkaya, Hayrî Dûrmûş, Alî Haydar Kaytan û Cemîl Bayik mêvandarî ji gelek kadroyên pêşeng ên tevgerê re kir. Ji wan re bû dayik, kedeke mezin da.

Ji fermandarên YJA Starê Melsa Mûş: Çawa ku beriya hezar salî li vê cografyayê di asta şoreşê de têkoşîna azadiyê hate meşandin, îro jî heman rastî di şexsê zarokên vê cografyayê de li asta herî bilind e.

Ji gerîlayên HPG'ê yên Cenga Xabûrê Dijraber Amed destnîşan kir ku şerê li herêmê tê meşandin bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihîştiye asta lûtkeyê.

Ji rêveberên berê yên PDK'ê Îsmaîl Alî Îsmaîl ku sala 2019'an bi rêyên qaçax derbasî Rojava bû, diyar kir ku eger dagirkeriya Tirk temam bibe wê statuya Başûr nemîne.

Gerîlaya YJA Starê Mizgîn Amed li ser berxwedana 14'ê Tîrmehê axivî, bal kişand ser greva birçîbûnê ya girtiyan û anî ziman ku kevneşopiya berxwedanê dewam dike, ev yek jî ji bo wan çavkaniya hêzê ye.