ROJEVA 14'Ê SIBATA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Erdheja li Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Çalakî û daxuyaniyên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bêne şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku komploya navneteweyî di asta îdeolojîk, siyasî, leşkerî û psîkolojîk de li her qadê dewam dike û got, "Mîna plankirî bi ser neket, lê hîn jî dewam dike."

- Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê di salvegera komploya navneteweyî de ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, bang li her kesî kir ku heta têkbirian komployê berxwedanê geş bikin.

- Gerîlaya YJA Starê Canda Welat û gerîlayê HPG'ê Egîd Nûda li ser komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê axivîn û gotin, heta têkbirina komployoê wê li ber xwe bidin.

- Parlamenter Habîp Eksîk anî ziman ku ji ber destwerdana li erdhejê di dema xwe de nehate kirin, felaket mezin bû û destnîşan kir, gunehê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û yên birîndar bûne di stuyê hikumeta AKP'ê de ye.

- Endama Desteya Hawirdor û Rêveberiyên Xwecihî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şîlan Ehmed li ser karên ku 8 roj in ji ber erdhejê têne kirin û têkoşîna li hemberî lêkirina avahiyên qaçax û afetên nû ji ajansa me re axivî.

- Parlamenterê HDP'ê Kemal Bulbul destnîşan kir ku bi 'mil bi mil' ew ê ji binê kavilên erdhejê rizgar bibin û işaret bi piştevaniya demdirêj kir.

- Parlamenterê HDP'ê Velî Saçilik nerazîbûn nîşan da ku penaber weke talanker têne nîşandan û got, hewl didin hêrsa gel ji ser AKP'ê bibin.