ROJEVA 13'Ê SIBATA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Erdheja li Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Çalakî û daxuyaniyên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bêne şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku têkoşîna li dijî komploya navneteweyî pêşî li serketina komplogeran girt û got, "Bi xurtkirina têkoşînê re em dikarin li ber komployê rabin."

- Komîteya Rêveber a PKK'ê got, "Em bang li gel û dostên xwe dikin ku taybetmendî û armancên têkoşîna sala 25'an a li dijî komployê rast fêhm bikin û li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo îsal bikin sala şoreşa azadiyê ya mezin."

- Aktîvîstê siyasî Îbrahîm Mihemed diyar kir ku dîlgirtin û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cihê xwe di exlaqê de nîne û bang li gelan kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşin.

- Li asta Kenyayê ya Komploya Navneteweyî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 15 rojan li dijî komplogeran berxwedaneke bêhempa meşand.

- Ji ber erdhejê li Sûriye û Rojava zêdeyî sed avahî hilweşiyan. 3 hezar û 581 kesî jiyana xwe ji dest dan, 5 hezar û 348 kes jî birîndar bûn. Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne, ku hilweşîneke mezin lê çêbû, bi hezaran kes hînê di binê xirbeyan de ne.

- Parlamenter Mûrat Sarisaç anî ziman ku bi erdhejê re hate fêhmkirin ku ti polîtîkaya dewletê ya ji bo jiyana mirovan nîne û destnîşan kir ku astengkirina alîkariya ji herêmê re hatiye, ji ber polîtîkaya koçberkirina Kurd û Elewiyan e.

- Mûazzez Orhan a HDP'î ku ji roja destpêkê ya erdhejê ve li Dîlokê ye, ragihand ku ji ber destwerdan di dema xwe de nehate kirin gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û got, AFAD'ê destûr neda karên cuda.