ROJEVA 13’Ê KANÛNA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê

- Geşedanên piştî Banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk, wê bên şopandin.

- Sosyolog Engîn Sustam anî ziman ku pêvajoya çareseriya demokratîk, gelek rîskan di nava xwe de digire û got, “Êdî divê pêvajo bigihije zemînê qanûnî.”

- Meşa Enqereyê ya bi şîara “Ji bo Nan û Aştiyê Budçe” wê were şopandin.

- Welatiyên ku beşdarî meşa DEM Partiyê ya “Ji bo Nan û Aştiyê Budçe” bûne, wiha gotin, “Xizaniya ku çavkaniya xwe ji budçeya ji bo şer hatî mezaxtin digire, her roja borî zêde dibe û dewam dike. Em dixwazin ku êdî budçe ne ji bo şeran, ji bo pêdiviyên gelan bên mezaxtin.”

- Xebat Dîcle diyar kir ku li Kurdistanê êrîşên li ser civakê her roja borî hîn zêdetir dibin û got, li dijî êrîşan divê li her qadê xweparastin were pêşxistin.

- Derhêner Dîlan Toftik a ku bi filmê bi navê Sîtav koçberiya du xwişkên li Sûrê ya di dema qedexeya derketina derve de û çîroka wan nîşan dide, got: “Me xwest bandora şer a li ser zarokan û hafizayê nîşan bidin.”

- Gaziyê şer Rêzan Masîro diyar kir ku şehîd Azadî weke gaziyeke şer hevalên gazî pir baş fêm dikir û got, “Hevala Azadî bi jiyan, kesayet, nêzîkatî û taybetmendiyên xwe jineke Apoyî bû. Li cihê hevala Azadî lê bûya aramî, ewlehî hebû û baweriyek bi mirov re çêdibû.”

- Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên windayan û girtiyan wê bên şopandin.