ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Bûyerên têkildarî hewldanên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê wê werin şopandin.

Nerazîbûna li dijî êrişa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Mexmûrê dewam dike.

Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku destgîrkirina endamên heyeta aştiyê li balafirgeha Hewlêrê, şaşitiyeke dîrokî ye.

Kurd û dostên wan ên li Brîtanyayê, bi sedan name ji parlamenterên Brîtanyayî re şandin û li dijî komkujiyan û dewleta Tirk a dagirker xwestin ku "ambargoya çekan" bê danîn û helwesteke tund were nîşandan.

Şervana YPJ'ê ya ji Silêmaniyeyê Bêrîvan Kurdistan diyar kir ku divê pêşmege nekeve xefika dewleta Tirk û got, "Gelê me yê Başûr divê serî li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker netewîne."

Gerîlayên HPG û YJA Starê ku ji 23'ê Nîsanê ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin, li çiyayên Kurdistanê destanên lehengiyê dinvisînin.

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyat Ceylan bi bîr xist ku şêniyên Mexmûrê ji ber zexta dewleta Tirk neçar man cih û warê xwe biterikîne û got, "Xelkê Mexmûrê ji ber ku bêrûmetiyê qebûl nake, timî dibe hedefa êrişan."