ROJEVA 13'Ê ADARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Erdheja li Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên li ser mijarê wê bêne şopandin.
- Qeymeqamê Erdîşê û qeyûm Nûrî Mehmetbeyoglû navê yek ji kujerên Qirkirina Zîlanê Suleyman Erdînç li kolaneke li navenda Erdîşê kir.
- Li taxa Armûtlû ya Antakyayê, Îbrahîm Kavasoglû ku hem mexdûrê erdhejê ye hem jî dilxwazeke got "Ruhê van kolanan heye, dewlet bi salan e hewl dide vî ruhî tune bike."
- Gerîlaya YJA Starê Viyan Peyman destnîşan kir ku gerîla her carê bi îradeyeke hîn mezintir radibin ser piyan û got, "Ev şerê îradeyê ye û berxwedaneke bêhempa heye."
- Lîstika bi navê 'Hucreya bê şev' ku qala dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, li bajarê San Sebastîan ê welatê Baskê hate lîstin.