ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê.
Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî wê wê werin şopandin.
Komîteya Rêveber a PKK'ê têkildarî salvegera 40'î ya Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê daxuyanî da û got, "Dijmin ji yê beriya 39 salan cudatir nîne. Faşîzma AKP-MHP'ê yekser dewama Cûntaya Kenan Evren e ku 12'ê Îlona 1980'î darbe kir."
Meşa dirêj a "Defend Kurdistan" ku ji Lozanê heta Cenevreyê pêk tê û mîtînga li pêşiya Neteweyên Yekbûyî wê bêne şopandin.
Kurdistaniyên beşdarî meşa dirêj a ji Lozanê heta Cenevreyê bûne destnîşan kirin ku wê li dijî yên dixwazin azadiya wan bidizin têbikoşin.
Însiyatîfa Defend Kurdistan ji bo mîtînga îro ya li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê banga tevlîbûnê kir.
Gerîlayên Azadiyê ji destpêka sala 2021'ê û vir ve bi rengekî dîrokî dest li artêşa Tirk werdidin.
Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku ji 23'ê Nîsanê û vir ve dibe ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, gerîla bi du pêngavên şoreşgerî dîrokê dinivîsînin.
Ferzende Abî yê 66 salî ji bo şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê stranek nivîsî û got.
Li gorî anketeke li Brezîlyayê, piraniya xelkên Brezîlyayê dixwazin serokdewlet Jair Bolsonaro biçe.