ROJEVA 12'Ê SIBATA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Erdheja li Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Çalakî û daxuyaniyên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bêne şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum diyar kir ku divê kavil bi vî rengî zû neyê rakirin û got, destpêkê divê cenaze ji binê kavilan bêne derxistin, piştre jî tespîta erdhejê were kirin.
- Gerîlayên YJA Starê destnîşan kirin ku wê komploya navçeyeteweyî ya 15'ê Sibatê, bi çalakî û têkoşîna gel û gerîla pûç bikin û gotin, sala 2023'an wê bibe sala misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
- Dayika Sûad a ji Kobanê ku sala 1994'an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dît, diyar kir ku tişta bi komployê nekarîn bikin niha hewl didin bi tecrîdê bikin, lê belê wê nikaribin vê yekê pêk bînin.
- Rojnamevan Kemal Raûf ê li Silêmaniyê alîkarî pêşkêşî xelkê mexdûr ên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê kir got: “Alîkariya xwe radestî destên pê bawer bikin, ji bo bigihêjin mexdûrên erdhejê.”