ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2021'AN

Rojevên ku li Kurdsitanê û Cîhanê derketin pêş

-Êrîşên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser Metîna û geşedanên pê ve têkildar wê werin şopandin.

-Enternasyonalîstê DYE'yî Van Spronson destnîşan kir ku têkoşîn divê ne tenê dijî DAÎŞ'ê, her wiha dijî faşîzma Tirk jî be û ji bo wi fersend e ku tevlî nav refên YPG'ê bûye.

-Welatiyên herêma Berwarî; ‘Mafê dewleta Tirk nîne li ser axa me zilmê li me bike’ 


-Ji bo êrîşên Tirk ên dagirker werin şermezarkirin di serî de li Ewropayê Kurdistanî wê çalak bin.
-Dayika girtiyê nexweşiya rovî Devrîm Ayik, Hulya Ayik anî ziman ku roviyê kurê wê her diçe dirize û got: “Kurê min ji çavê xwe jî astengdare û bi tena serê xwe nikare pêwîstiyên xwe yê jiyanî bicih bîne. Divê kurê min Devrim û hemû girtiyên nexweş berî rojekê werin berdan.”

-Gulpî diyar kir ku rewşenbîr, siyasetmedar, hunermendên Kurd û gelê Kurd li dijî dagirkeriya Tirk û şerê Kurd bi Kurdin û got: “Şerekî di nava Kurdan de, ji derveyî kuştina zarokên Kurdan ne tişteke dine. Ev şer di berjewendiyên dijmin de ne.”

-Şêx Remedan Rihal bang li yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî fitneyê bûne kir û got: “Ma hûn cihên me yên hatine dagirkirin nabînin? Ala Tirkiye rakirine, pereyê Sûriye qedexekirine. Nasnameya Tirk disepîne.”

-Partiya Çepgir mijara ku Romanya penabarên Kurd qebûl nake û wan teslîmî Tirkiyê dike anî rojeva Meclîsa Federal a Elman. Hikûmeta Elman di bersivê de got, ''Em dixwazin Romanya li gorî yasayên YE'yê biçe.''

-Xizmên windayan weke her şemî vê şemiyê jî wê li aqûbeta windan bipirsin.