ROJEVA 12'Ê ADARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Erdheja li Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên li ser mijarê wê bêne şopandin.

- Gerîlayê HPG'ê Argeş Amed anî ziman ku dewleta Tirk li hemberî îradeya gerîla têk çûye û got, "Em ê ala hevrêyên xwe yên şehîd bilind bikin. Di vê oxirê de heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê şer bikin."

- Deriyê Sînor ê Gurbûlakê ku di navbera navçeya Bazîd a Agiriyê û Rojhilatê Kurdistanê de ye, bûye deriyê bertîlê. Yên ku bazirganiya li ser sînor dikin, heta ku bertîlê nedin karmendên delweta Tirk nikarin kar bikin.

- Babîle Koşmaz ku di dema erdhejê de tevî malbata xwe li mala xwe ya li Dîlokê bû, wiha axivî "Me ti alîkarî ji dewletê nedît. Nan jî bi destê me neket. Niha jî dewlet hewl dide xanî bifiroşe mexdûrên erdhejê."

- Kadikoy yek ji wan deveran e ku erdheja gengaz a Stenbolê bandoreke giran lê bike. Xelkê Kadikoyê bi rêxistiniya xwecihî amadekariyê ji erdhejê re dike.

- Şahidên Serhildana 12'ê Adarê ya li Qamişloyê diyar kirin ku wê demê gelê Kurd bi temamî li ber dewletê serî hilda û destnîşan kirin ku destketiyên heyî hemû encamên kelecan û coşa Serhildana 12'ê Adarê ne.