ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşan wê werin şopandin.

- Hiqûqnas Cemal Demîr got, CPT  bi bêdengiya li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd erê kiriye û destnîşan kir ku ev yek ne ya qebûlkirinê ye.

- Konseya Federal a Swîsreyê ragihand ku ew mijara êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk dişopînin. Konseyê diyar kir ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava jî ne li gorî hiqûqa navneteweyî û şertê Neteweyên Yekbûyî ye.

- Di Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de li Abya Yalayê (Latîn Emerîka) zêdeyî 200 sazî û kesayetan bang li hikumetê Latîn Emerîkayê kirin ku li dijî hewldanên dewleta Tirk ên dagirkirina Rojava û bikaranîna çekên kîmyewî bikevin nava liv û tevgerê.

- Bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan li bajarê Livorno yê Îtalyayê konferansek hate lidarxistin û işaret bi sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd hate kirin.