ROJEVA 11'Ê ADARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Erdheja li Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Hevserokê PYD’ê Salih Muslim anî ziman ku heta mirov bi hev re li dijî dewleta Tirk ku bi DAÎŞ’ê re dibe piştgir, tênekoşe, wê DAÎŞ her hebe û got: “Divê mirov li dijî dewleta Tirk ku bi DAÎŞ’ê dibe piştgir tevdîran bigire. Ji vî aliyî ve zeîfî zêde ye. Xurtkirin, di destên hêzên navneteweyî de ye.”

-  Li herêma erdhejê hê jî pirsgirêk nehatine çareserkirin. Hikumet li şûna çareseriyê hewl dide qadên nû yên rantê veke. Yek ji xebatkarên koordînasyona krîzê ya HDP'ê  parêzer Nûray Ozdogan destnîşan kir ku girîng e li hemû bajaran hevgirtin bê parastin.

-Ferman Kerîm ku tevî 10 hevalên xwe di encama êrîşa bi çekên kîmyewî ya li dijî Şehîd Xursî ku li herêma Zapê şehîd bû, heta nefesa xwe ya dawî ji bo Kurdistanê şer kir.

-Husne Kiliç a ji Nûrdagiyê ku yek ji navçeyên ku  ku herî zêde ji erdhejê bandor bû, qala bûyerên ku pê re rû bi rû maye kir û got: “Em ê cih û warê xwe neterikînin.”