ROJEVA 11’Ê ÎLONA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.

Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî wê îro civîna xwe ya 6’emîn lidar bixe.

Çîgdem Dogû: Heval Emîne weke zarokek sêwî ji Daruşşafakayê derket tevlî şoreşê bû. Demarê berxwedêr ê gelê Tirkmen bi nirxên etîk û estetîk ê jinê re kir yek. Bû şoreşgerekî ku bi kêfxweşî, eşq û lêgerîna xwe ya heqîqetê şopên kûr hişt.”

Siyasetmedar Ûfûk Ûras anî ziman ku ‘Mafê Hêviyê’ divê yek ji rojevên şênber ên komîsyonê be û got, “Divê komîsyon bi lez bikeve nava pêvajoya diyarkirina polîtîkayên şênber û çarçoveya hiqûqî.”

Konservatûara Aram Tîgran a ku ji aliyê qeyûm ve hate girtin, piştî 9 salan jinûve dest bi perwerdeyê dike. Li konservûartarê ku qeyda kursê destpê kir, perwerde wê 27’ê Cotmehê destpê bike.

Hunermendên ji TEV-ÇAND’ê bang kirin ku bi kincên xwe yên gelêrî, bi stran û dirûşmên xwe beşdarî Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn bibin.