ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî vê mijarê wê werin şopandin.
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' di hefteya 477'an de ye. Nobedarên vê hefteyê endamên malbata Ozçelîk e ku ji bajarê Halle yê Elmanyayê hatine.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan: Hevrê Mahsûm mirovekî mezin e ku ji destpêkê heta dawiyê bû mejî û dilê xeleka şehîdan, dil û mejiyê gelekî di kesayetiya xwe de vehewand.
Serokê Komîsyona Mafên Penaberan a Baroya Amedê parêzer Bawer Mizrak têkildarî Efganên koçî Kurdistanê û Tirkiyeyê kirine got, "Eger statuyek ji Efganan re neyê naskirin, dibe ku ji aliyê hêzên paramîlîter ve bêne bikaranîn."
Li dijî êrişên dagirkeriyê û komkujiyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, Kurdistanî wê di 14'ê Tebaxê de tevî dostên xwe li bajarê Zurichê yê Swîsreyê dakevin qadan.
Çeteyan li Maliyê êriş birin ser sê gundên herêma Gaoyê. Herî kêm 51 kes hatin kuştin.