ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên şermezarkirina êrîşan wê bêne şopandin.
- Ji sekinandina li ser xwe ya Sarînayê diyar dibe ku Sarîna li rastiya Rêber Apo, azadiya jinan hûr dibe û van rastiyan dipejirîne.
- Katalonya yekane parlamento ye ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas dike. Ev di bin bêdengiya piraniya partiyên siyasî de, gefên Balyozxaneya Tirk jî bi xwe re tîne.
- Cemîl Sîdwoyê TKŞ’yî, bertek nîşanê CPT‘yê da ku çima dengê xwe ji binpêkirina mafan re nake û got “Divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest bi dawî bibe.”
- Ji bo bibin mêvanên lûtkeyên jiyana çiyayan em bi rê ketin. Piştî rêwîtiyeke dirêj em bûn mêvanên Girê Egîd ê li herêma Behdînanê.
- Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê parêzer Yûsûf Çobanoglû diyar kir ku li Colemêrgê 2.400 roj in ku azadiya ramanê, mafê organîzekirina civîn û meşan hatiye sekinandin.