ROJEVA 10'Ê ADARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Erdheja li Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku têkoşîna gelê Kurd wê encama hilbijartinên li Tirkiyeyê diyar bike û got, "Eger azadî û demokrasî wê bê Tirkiyeyê, ev jî bi hêza Tifaqa Ked û Azadiyê dibe."
- Endama Koordînasyona KJAR’ê Peyman Viyan 8’ê Adarê li jinan hemûyan pîroz kir û got, "Em di wê baweriyê de ne ku jin û gelê me yê azadîxwaz wê bi vê hêz û kelecanê Newrozê pêşwazî bikin. Em ê teqez îsal bikin sala serketina jinan."
- Li herêma erdhejê di dema rakirina enqazan de toz radibe. Xebatkarên tenduristiyê têkildarî madeyên kîmyewî yên di nava tozê de hişyariyê didin.
- Gerîlaya YJA Starê Kajîn Brûsk têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê axivî û got, "Bikaranîna çekên qedexekirî û kîmyewî nîşan dide ku dijmin li hemberî gerîla têk çûye."
- Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Hêzil Ozgur bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê û got, "8'ê Adarê jinên ku ji bo cîhaneke demokratîk û azad têdikoşin hemû gihand hev."