ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Hakî Armanc diyar kir ku komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tecrîdê dewam dike û got, "Li gel êrîşan jî Rêber Apo tawîz neda dijmin, bi sekneke dîrokî paşve gav neavêt."

- Neteweyên Yekbûyî ji bo parastina mirovan û cîhanê ji madeyên kîmyewî yên xetere, pîvanên ewlekariyê yên nû pejirand.

- Şaristan ne tenê rahişt kamerayê, di heman demê de ji bo parastina gelê xwe yê leheng ji qirkirinê rahişt kleşê û kete nava şerekî giran.