ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Mafê parastina rewa yê gelekî ku hebûna xwe hatiye qedexekirin, di nava hiqûqa gerdûnî û destûrên bingehîn ên neteweyî de heye. Bikaranîna vî mafî li derveyî hiqûqê nîne. Xeta parastina rewa ya PKK'ê hem mafekî destûra bingehînî ye, hem jî wezîfeyeke pîroz a ji bo gelê xwe ye. Ti saziya hiqûqê ji ber bikaranîna vî mafî nikare gelê Kurd sûcdar bike. -Ji pênûsa Abdullah Ocalan. Beşa 7'emîn.

Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Bêrîtan Dersim diyar kir ku dewleta Tirk 5 meh in li çiyayên Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne, lê cîhan bêdeng e. Dersim got, "Hêzên navneteweyî, dema ku mijar Kurd be, êrişên kîmyewî qebûl dikin."

Li Belçîkayê, tîmeke ku plan dikir êrişî rayedarên Kurd bike eşkere bû û yekemcar doz lê hate vekirin. Di lêpirsînê de nasnameya tîma kuştinê hate tespîtkirin û eşkere bû ku navenda wan li Fransayê ye û yekser bi Enqereyê ve têkildar e.

KON-MED'ê ji bo mîtînga 2'ê Cotmehê ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê banga tevlîbûnê kir ku wê bi dirûşma 'Dem dema azadiyê ye - Azadî wê bi ser bikeve - Ji bo Ocalan bikeve nava liv û tevgerê' bê lidarxistin.

28'emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî wê 23'ê Cotmehê li Freiburgê pêk were.

KOMAW'ê bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên HPG'ê ya bi destê dewleta Tirk şermezar kir.

Rojnameya jinê Newaya Jin, hejmara xwe ya meha Cotmehê bi manşeta "Li dijî êrişa global, parastina jiyana azad" weşand.