*Dengdana di hilbijartina serokkomartiyê ya Misirê de di roja duwemîn de didome. Gelê Misirê piştî hilweşandina rejîma Husnî Mubarek cara yekemîn duh çûn ser sindoqên hilbijartinê û dê îro jî dengdan bidome. 13 berbijarên serokdewletiyê ku jin di nav de tune ne di pêşbaziyê de ne.
*Konferansa Jinên Kurd a Neteweyî di roja sêyemîn de, li Hewlêrê berdewam dike.
* Derhênerê Belgefîlma ‘Faîlî Dewlet’ Veysî Altay ku li ser windayan û xizmên wan ev fîlm kişandiye, bal kişand ser êşên dayîkên Botanê û got: “Ev qas êş nabe. Tu kesî qasî dayîkên Botanê, bi taybet jî yên Cizîrê êş nekişandiye. Ji ber wê jî ger mafek hebe, Kurdistanekî azad hebe zêdetirê mafê dayîkên Botanê ye.” (Hevpeyvîn)
* Reşo Gabar, Gelhat Cîlo û Dijwar Kombanî… sê bira ne. Piştî bi salan li çiyayên Kurdistanê di nava refên gerîlayan de digihin hev û dilxweşiya vê yekê dijîn.
* Endama Hîndekariyê ya Beşa Çapemenî û Ragihandinê ya Zanîngeha Bîlgî Doç. Dr. Esra Arsan nerazîbûn nîşanî zext û girtinên li ser çapemeniya Kurd da. Arsan ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ji sala ku wê dest bi rojnamevaniyê kiriye û heta îro di warê zext û qedexeyan de tu cûdahiyek nedîtiye. Arsan destnîşan kir ku nabe tu rojnamevan ji ber saziya ku lê dixebite bê tawanbarkirin û got ku rojnamevan tenê berpirsên rastiyan in. Arsan bêdengiya çapemeniya Tirk a li hemberî vê yekê rexne kir û got; “Dîrok dê binivîse ku ew reben in.”
* Ji ber êrîşên bombebaran ên artêşa Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê (HPM) pêk tîne, jiyana gelê sivîl ê li herêmê her ku diçe zortir dibe. Ji ber êrîşan fêkî û mêweyên li gundê Sîda yê Zapê di demsala payîzêd e jî nayên komkirin. Lê dîsa jî hin gundî yên ku dixwazin bax û baxçeyên xwe biçinin, hemû xeterî û metirsiyan didin ber çavên xwe û tên. Gundiyan ji ber vê yekê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwestin ku nerazîbûn nîşanî Tirkiyeyê bidin.
* Endama Koorînasyona KJB’ê Zaxo Zagros di rûniştina duwemîn a Konferansa Jinên Kurd a Neteweyî de axivî û rewşa jinê, têkoşîna li hemberî desthilatiya zilam û rêyên çareseriyê nirxand. Zagros pêşniyarên KJB’ê yên ji bo konferansê bi 8 xalan pêşkêş kir.