ROJEV/ 23 GULAN 2012

ROJEV/ 23 GULAN 2012

*Duyemîn Konferansa Jinên Kurd a Neteweyî ya li Hewlêrê berdewam dike. Dê di roja duyemîn a konferansê de pirsgirêkên jinên ên Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê bê gotûbêjkirin û ji bo çareseriyê li rê û rêbazan bê gerîn.

*Piştî, hevdîtinên di navbera sendîka û konfededarasyonên karker û kedkaran bên bi hikûmeta Tirk re encam negirtin, dê îro konfederasyonên karker, kedkar û memûran dest bi greva rojekê bikin.

* Serokê Baroya Amedê Parêzer Mehmet Emîn Aktar di panela bi navê ‘Têkiliyên Kurd û Tirkan yên Di 5 Duryanên Dîrokî De’ ku ji aliyê SODEV’ê ve di çarçoveya 3’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê hatiye lidarxistin de bal kişand ser helwesta dewletê ya di warê pirsgirêka kurd de û got: “Lê divê kurd jî carek di vê yekê baş bifikirin. Belê em gelek in, me navê xwe daye vê axê, em li ser vê axê dijîn û mafe me heye ku di nav de tercîha avakirina dewletê jî heyî, em li ser vê axê desthilatdariya xwe ava bikin.”

* Gelê Misirê piştî hilweşandina rejîma Husnî Mubarek cara yekemîn îro diçe ser sindoqên hilbijartinê. Dê 13 berbijarên serokdewletiyê bikevin pêşbaziyê.

* Rojnamevan Alî Bayramoglû diyar kir ku îdîaya parêzerê rojnameya Ozgur Gundem û rojnamevanên girtî Ozan Kiliç a ku dibêje “Dê rojnamevan Cengîz Çandar jî di çarçoveya operasyonên KCK’ê de bê binçavkirin” rast e.

* Di beşa “Maf û Azadiyên Sereke” ya makeqanûna nû de”, AKP’yî bi hincetên sosret li hemberî daxwaza BDP’ê ya ji bo têgîna “Nasnameya Zanyendî” ya di çarçoveya “Wekheviyê” de îtîraz dikin.

* Komîsyona Navendî ya Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ragihand ku hatiye piştrastkirin ku jinên li girtî yên li Girtîgeha Alîaga Şakranê li rastî tacîzê tên û bang li Yekitiya Nojdarên Tirk (TTB) kir ku tenduristiya jinan û heqaretên li jinan tê kirin lêkolîn bikin.