*Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li Pakîstanê bersiv da pirsên rojnamevanan û xwedî li komkujiya artêşa Tirk li Roboskiyê pêk anî derket û got; “Em rayeyê didin hêzên xwe yên ewlekariyê, leşkerên xwe, polîsên xwe. Ew jî di vê çarçoveyê de bi kar tînin. Em ev raye daye TSK’ê (artêşa Tirk) û bi kar aniye. Hêzên me yên çekdar vê peywira xwe ji dil kiriye. Dibe xeletî hebin.”
*Duwemîn Konferansa Jinên Kurd dê îro bi beşdariya nunerên hemû sazî û rêxistinên jinên Kurd ên ji her çar aliyên Kurdistan û derveyê welêt, li Hewlêrê dest pê bike.
* Pisporên Skoçî ji bo dermankirina korbûna ji ber korneadanê rêbazek nû pêş xistin. Ev rêbaz cara yekemîn li Înglîstanê hat ceribandin.
* Endamê Lijneya Desteya Rêveberiya Navendî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ender Îmrek bal kişand aliyên cûda dikarin xwe bi rêyên hedefê hevpar bigihînin hev û torek xurt a muxalefetê ava bikin. Îmrek destnîşan kir ku dibe li gel biryara partîbûnê hin alî û komên nû beşdarî HDK’ê bibin.
* Şanoya bi navê “Ecel-î Qeza” (mirina bi qezayê) ya ji aliyê ji Kurdên Anatolyaya Navîn Ebuzziya Mehmet Tewfîk ve di sala 1872’yê de hatiye nivîsandin, evîna mîrê yek ji eşîretên Kurdan ên li Serhedê Pertew Beg û keça Waliyê Erziromê Ehmed Paşayê Laz ê li dijî Kurdan, vedibêje. Ev şano di dîroka Osmaniyan de yekemîn şanoya Kurdan a herêmî ye.
* Leyla Yalçinkaya 18 salî, bûye sembola têkoşîna li dijî santralên hîdro elektirîk (HES). Ji ber vê têkoşîna wê 8 dozên cûda li Leyla yê hatin vekirin. Di dozek a li hemberî Leylayê de 80 polîsan giliyê wê û gelê bajaroka ku ew lê dijî kir.