ROJEV/ 21 GULAN 2012

ROJEV/ 21 GULAN 2012

* Fûara pirtûkan a ku ji aliyê TUYAP’ê ve tê lidarxistin di navbera dîrokên 22-27’ê gulanê de li Amedê li navenda Fûar û Kongereyê ya Amedê 3’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê tê lidarxistin. Dê Weşanxaneya Aram jî bi bernameya xwe ve beşdar bibe..

* Parêzer Gulseren Yolerî pêvajoya hiqûqî ya kesên di binçavan de hatine wendakirin dişopîne, dibêje ku heta niha jî dewlet li pey veşartin û tarîkirina rastiyane. Parêzer Yolerî destnîşan dike ku ji ber dewlet bi rastiyan re rû bi rû nabe, ji bo dosyayên der barê wendahiyan de ji nû ve vebin û pêşketinek çêbibe, divê tevî têkoşîna hiqûqî, têkolîna li kolanan jî hebe.

* Rûsyayê ragihand ku di civîna beriya hefteyekê de bi piştgiriya hikûmeta Tirk sempozyonek li Stenbolê hatiye lidarxistin û di vê sempozyonê de peyamên li dijî Rûsyayê hatine. Rûsyayê ji ber vê yekê notaya protestoyê da dewleta Tirk.

* Her çendî hemaû cîhan qebûl dike ku Selehedînê Eyûbî Kurd e, lê Serfermandariya Artêşa Tirk jêre dibêje “Fermandarê Tirk ê navdar” û di belgeyên ji Meclîsê re şand de ji Dêrsimiyan re dibêje “Tirkên eslî ne.”

* Dewleta Tirk bi salane li hemberî gelê Kurd hemû rêbazên qirêj û kirêt bi kar tîne. Di sala 1998’ê de gerîlaya bi eslê xwe Alman Andrea Wolf a bi nasnavê Ronahî, li navçeya Elkê ya Şirnexê ji aliyê artêşa Tirk ve dîl hat girtin û hat înfazkirin. Ev bûyer çûbû ber destê dadgehên navneteweyî. Şahidê bûyerê Şerîf Firat ku wê demê fermandarê gerîlayan bû dibêje; “Ez amade me ku hemû agahiyên ez dizanim bidim dadgehê.”

* Mehmet Agar ê ku got “Me ji bo dewletê hezar operasyon kir” bi sucê “avakirina çeteya çekdar” tenê 5 sal ceza lê hat birîn. Lê 225 sal ceza li xwendekarên beşdarî pîrozbahiyên Newroz û 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê bûne hat birîn.