*Krîza li Iraqê ya di navbera Kurdan û rêveberiya navendî ya Bexdayê de berdewam dike. Parlementerê Kurd ê Parlementoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman diyar kir ku heta Kurd nebin yek ew nikarin ji nava krîzê derbikevin. Osman destnîşan kir ku PDK dixwaze Malikî bi dengên pêbaweriyê bê guhertin, lê YNK li gel vê yekê ye û banga yekgirtinê li Kurdan kir.
* Krîza aborî ya li Yewnanîstan û welatên din ên Ewropayê yên ku bi krîza aboriyê re rû bi rû ne, mohra xwe li civîna welatên G8 xist. Di civîna li DYA’yê pêk hat de bi taybet pêşniyara teserûfê ya Almanyayê hate rexnekirin. Rêberên G8’ê xwestin piştgirî bidin mezinbûna aboriyê, ne teserûfê.
* Fona Jiyana Kovî ya Cîhanê di rapora ku weşand de bal kişand ser kêmbûna zêde ya di pircureya bîoyê de û xwest welat konsepta xwe ya mezaxtinê di ber çavan re derbas bikin û ji nû ve berê xwe bidin çavkaniyên enerjiyê.
* BDP’ê xwest ku mafên hevzayendan di makeqanûnê de bên mîsogerkirin û bikevin bin ewlehiyê. Lê AKP’ê bi hinceta ne li gorî exlaqê giştî ye, li dijî parastina nifşê mirovan û red kir.