*Li Girtîgeha Sergirtî ya Mêrsînê gardiyan û girtiyên edlî bûn yek û êrîşê girtiyên siyasî kirin. Di êrîşê de gelek girtiyên siyasî birîndar bûn û li şûna bişînin revîreyê, ew şandin hucreyan.
* Saziyên mezin ên navneteweyî yên alîkariyê di daxuyaniyên dan de ragihandin ku welatên G8 sozên ku dane , bi cih neanîne û welatên hejar kirine mehkûmên birçîbûnê.
* Komîserê ji Berfirehkirina Yekitiya Ewropayê Berpirs Stephan Fule, li Enqereyê di hevdîtinên bi rêxistinên girseyî yên demokratîk re pêk anî de li rastî pêla rexneyan hat.
* Li gorî îstatîstîkan, di sala par de nêzî milyonek penaber berê xwe dan Almanyayê û bi vî awayî ji sala 1996 ve bû sala ku herî zêde penaber hatin Almanyayê. Di serî ji ber krîza aborî ya li Yewnanîstan, Spanya, Polonya û Macarîstanê bi giştî 958 hezar kes berê xwe dan Almanyayê û li wir bi cih bûn.
* Di doza ku 3 kes jê bi hinceta “beşdarî çalakiyê bûne” û “endamên rêxistinê ne” tên darizandin de aşkere bû ku kesê weke şahid hat guhdarkirin astengdarê bihîstinê (kerr) ye. Şahid Salih Înce di dadgehê de diyar kir ku ew îfadeyên li enmiyetê ne yên wî ne û got ku ew di bihîstinê de zoriyan dikişîne. Dîwana Dadgehê jî ji bo şahid Înce got; “Şahid di bihîstinan de zoriyan dikişîne û nikare hin peyvan bi rehetî bi kar bîne.”