ROJEV/ 18 GULAN 2012

ROJEV/ 18 GULAN 2012

* Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di hilbijartinên dawî yên herêmî de got; “Ez Amedê dixwazim! Ji bo wê çi pêwîst be bikin” û di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (LRN) ya partiya xwe ya roja duşemê pêk hat de hilbijartina pêşwext hat nirxandin. Erdogan çav berdaye ser Amed, Wan û Şirnexê û ji bo her sê bajaran ferman da.

*Serokê Konseya Neteweyî ya Sûriye (KNS) ya bi piştgiriya Tirkiye, Qeter û welatên Rojavayî hatiye avakirin, Bûrhan Xeliyunra ragihand ku ew ê îstîfa bike. Hate zanîn ku sedema îstîfaya Xelyun rexne û veqetînên ji nava konseyê ne.

Zarokê serhildêr ê Deryaya Reş Hakî Karer bi rengê enternasyonalîzmê lig elek bajar û bajarokên Kurdistanê geriya, bi rêxistin kir, pêşengiya bingehdanîna têkoşîna azadiya gelê Kurd kir. Hakî Karer ku bi eslê xwe Tirk bû di 18’ê gulana 1977’ê de li Dîlokê ji aliyê kontrgerîlayan ve hat qetilkirin. Tevgera azadiya Kurdistanê ji bo bîranîna Karer, 18’ê Gulanê weke roja Şehîdan ragihandiye.

* Kevirên bi qîmet an jî kevirên xwezayî, bi gotinek din kevirên bi şîfa; ne tenê kevirên ku em dizanin in. Her roj gelek caran wekî tizbî di destê me de an jî wekî gerdanî di stuyê me de, em van keviran dibînin. Hinek ji van ‘yaqut’ e, kijan zimrut an ‘akîk’ yan jî kevirê ‘oltû’ ye. Lê tişta ku herî kêm tê zanîn jî ew e ku ev kevirên tên gotin bandorek li ser tenduristiya mirovan jî dike û ji bo gelek nexweşiyên wekî stres û esabiyetê baş in.

* Gelê Îngilîstanê ji bo ku jinên ji Erebîstana Siûdî bikarin beşdarî Olîmpiyatên 2012 yên li Londonê bibin, dest bi kampanyaya îmzeyan kir.

* Di protokola di navbera Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Zanîngeha Dîcleyê (DU-MYO) û Midirûyeta Perwerdehiya Giştî de hat îmzekirin de, biryar hat dayîn ku ji bo xwendekarên ku li wargehên xwendekaran û pansiyonan dimînin, di hin rojên diyar ên hefteyê de semîner û konferans bên dayîn. Bi heman awayî biryar hat dayîn ku ji bo fêrbûna xwendina pirtûkan bi xwendekarên seretayî û amadeyiyê re çêbibin, pirtûk bên belav kirin. xebatên belavkirina pirtûkan li navçeyan dest pê kir û balkêş e ku pirtûkên ji aliyê weşanxaneyên nêzîkê Cemeeta Gulen ve tên weşandin, tên belavkirin.

*Bi hinceta xwendekarê Zanîngeha Stenbolê Ahmet Açikça afîşên festîfala ji aliyê Weqfa Çand û Hunerê ya Yilmaz Guney ve hat lidarxistin, bi Navenda Çandê ya Xwendekaran ve kiriye, 6 mehan ji dibistanê hat dûrxistin.