ROJEV/ 17 GULAN 2012

ROJEV/ 17 GULAN 2012

* Li Franseyê piştî ku François Hollande bi fermî dest bi peywira Serokkomartiyê kir, hikûmeta nû hat avakirin. Ji 34 wezîran, 17 wezîr jin in. Jean-Marc Ayrault di rêzên destpêkê de ye, Laurent Fabius jî bû Wezîrê Derve yê Franseyê. Di nava hikûmetê de gelek wezîrên bi eslê xwe biyanî jî hene.

* Morof, berhema Eliyê Evdilrehman a pêşîn, cara pêşîn, di sala 1957’an de, di nava berhevoka Nivîskarên Kurdên Sovyetê de hatiye weşandin û piştî çil û pênc salan, ev cara duduyan e ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin û novela bi navê Morof û du parçe jînenîgarînameyên bi navê Bextê Wî Zilamî û Bextewariya ‘Emir bi xwe ve digire.

* Fuentes ê 83 salî di nexweşxaneyek a Mexico City de jiyana xwe ji dest da. Fuentes di serdema rêveberiyê dîkdator ên Amerîkaya Latîn de bi wêje û xwebatên xwe yên wêjeyî derketiye pêş û di cîhanê de jî nivîsarek navdar bû.

* Li gorî nûçeyên di çapemeniya Ereban de belav dibin, muxalîfên çekdar ên Sûriyeyê bi rêya Tirkiyeyê têne çekdarkirin. Li gorî vê, sê kesên ku bi koordînasyona Artêşa Azad a Sûriye û El Qaîdeyê ji sînorê Tirkiyeyê derbasî Sûriye dibûn, hatin girtin. Serokê Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê (KNS) Bûrhan Xeliyûn ragihand ku hin welatan ji bo çekdarkirina Artêşa Azad a Sûriyeyê soz ji wan re dane. Endameke din ê KNS’yê ragihand ku ew ê bi rêya keştiyan li ser Tirkiyeyê re çek bişînin Sûriye.

* Serokkomarê Yewnanîstanê Karolos Papoulias ragihand ku bankayên li welêt di rewşeke pir zor de ne û mûdîyan roja duşemê 700 milyon euro ji bankayan kişandine.

* Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, piştî ku aşkere bû ku agahiya sîxûrî ya der barê Komkujiya Roboskîyê ya ku bû sedema mirina 34 Kurdên sivîl, ji aliyê DYA’yê ve hatiye dayîn, diyar kir ku divê rêveberiya Amerîkayê ji gelê Kurd lêborînê bixwaze.

*Hevala jiyanê ya nivîskar, helbestkar û wergerê Kurd ê navdar Fêrîkê Ûsif, Frîda Cewarî ji ANF’ê nivîsek li ser jiyana hevserê xwe nivîsand.