ROJEV/ 16 GULAN 2012

ROJEV/ 16 GULAN 2012

* Sûretsûfê, cilda II. a hemû berhemên Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêrê mezin î Kurd; helbest, kurteçîrok, laqirdî û piyesên wî bi xwe digire, yên ku wî di navbera salên 1971 û 1984’an de nivîsîne. Pirtûk aliyê hevala wî ya jiyanê Firîda Hecî Cewarî ve hatiye amadekirin û ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hat derxistin.

*65’emîn Mihrîcana Filman a Cannesê bi nîşandana filmê derhênerê Amerîkayî Wes Anderson ê bi navê "Moonrise Kingdom" îşev dest pê dike.

* Piştî doza bûyera 2’ê tîrmeha 1993 ya şewitandina otela Madimak a Sêwasê ku 35 rewşembîr têde bûn şewitîn, bi hinceta “demboriyê” hat betalkirin, Dadgeha Bilind biryara temyîza dozê da.

*Antolojiya Helbestvanên Jin ên Kurd ya nivîskar Evîn Şîkakî ji Weşanxaneya Ronahiyê derket. Di antolojiyê de helbestvanên jin ên ji çar perçeyên Kurdistanê cih digirin.

*8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a a Edeneyê bi “awirekê” temenê zarokê Kurd K.E. yê 17 salî ku bi hinceta kevir avêtiye polîsan hatiye girtin, “diyar kir”. Diviyabû K.E. yê 17 salî li Dadgeha Zarokan bihata darizandin, lê belê Dadgeha Edeneyê daxwaza diyarkirina jîyê hestî red kir û got; “Tu 19 salî dixuyê”.

* Ciwanê Kurd ê bi navê Savaş Guler ku bi nexweşiya losemê ketiye, li bajaroka Buyukçîftlîk a navçeya Gevera Colemêrgê bi îfadeya şahidên “nepenî”, di çarçoveya doza KCK’ê de hat girtin. Selîm Guler diyar kir ku kurê wan di nava nivînan de bû û got; “Nexweşiya losemî ya kurê min heye û di nivînan de bû. Her tim xwîna wî tê guhertin. Di rapora wî de ji sedî 70 astegdar dinivîse. Gelo di kîjan dadê de heye ku mirov yeke nîv mirî bişîne girtîgehê.”

* Di rûniştina doza 12’ê Îlonê ya li 12. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê pêkanîn de, aşkere bû ku Meclîsa Tirkiyeyê beriya 12 salan daxwaznameya “Bila derbekarên 12’ê Îlonê bên darizandin” hatiye wendakirin.