ROJEV/ 15 GULAN 2012

ROJEV/ 15 GULAN 2012

* Di dema xwe de yek ji keçên bedew ên Botanê bû. Di 12 saliya xwe de bi zora berdêlê bi pismamê xwe re zewic. Di şeva yekem a zewacê de ji malê reviya. Bavê wê jêre got; “Cihê te mala mêrê te ye” û dîsa ew şand ba mala hevserê wê.

*Îro 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye, dê îro bi boneya vê rojê li gelek bajar û navçeyên Kurdistan, Tirkiye û derveyê welat pîrozbahî û çalakî bên lidarxistin.

* Her çendî du hefte bi ser hilbijartinên li Yewnanîstanê re derbas bûn jî, lê heta niha hewldanên ji bo avakirina hikûmetê bi ser neketine. Serokkomar Karalos Papoulias ji bo pêşîlêgirtina hilbijartina pêşwext û birrîna alîkariya ji Brukselê tê, di avakirina hikûmeta teknokrat a li derveyê Meclîsê de israr dike. Di heman demjimêran de wezîrên aborî yên herêma Euroyê peyama “Kemberê bişidîne, di Euroyê de bimîne” dan Yewnanîstanê.

* Cîgirê Serokê Koma MHP’ê Oktay Vûral, ji ber TRT 6 bê destûr klîba Roj TV weşand, pêşnûmeyek da Meclîsê. Alîkarê Serokwezîr ê ji RTUK’ê berpirs Bulent Arinç bersiv da pêşnûmeya Vûral û got; “Tu klîbên di TRT 6 de tên weşandin, studyoyên TRT’ê de nehatine kişandin” û piştrast kir ku TRT 6 bê destûr klîba Roj Tv weşandiye.

* Di hilbijartinên dawî yên li Almanyayê de Partiya Çepgir dengên xwe wenda dike û li gelek eyaletan li derveyê meclîsan ma. Niha jî nîqaşên rêbertiya partiyê zêde bûn. Beriya civîna partiyê ya ku dê îro li Berlînê pêk bê, ji serokên berê Oskar Lafontaine got; “Ez amade me ku carek din bibim serok”. Çavê partiyê vegeriyaye ser kongreya di meha pûşperê de.

* Konseya Hevkariya Kendavê ya ku ji 6 welatan pêk tê, ji bo gotûbêjkirina planên yekitiya herêmî, ewlekarî, siyasî, aborî li Erebîstan Siûdî civiyan. Heta niha niyeta vê yekitiyê tam aşkere nebûye, lê belê Wezîra Enformasyonê ya Behriyenê Semîre Receb ragihand ku dibe ew modeleya Yekitiya Ewropayê mînak bigirin.