Rojên mîna dojehê
Rojên mîna dojehê
Rojên mîna dojehê
Her roj hovîtiyeke nû ya çeteyên DAIŞ'ê derdikeve holê. Emîne Mûhammed a di bin siya terora destdirêjî, destavêtin û komkujiyê de li zanîngeha Helebê dixwend, anî ziman ku ji bo karibe bixwîne neçar maye çarşefa reş li xwe bike. Emîne Mûhammed da zanîn ku yên çarşefê li xwe ankin rastî destavêtinê tên û tên kuştin û diyar kir ku hevalekî yê li dijî destdirêjiyê derketiye li pêş çavê hevalên wê serî hatiye jêkirin û li dû wesayîtekê hatiye girêdan û kaşkirin. Emîne Mûhammed a ew roj weke rojên dojehê bi nav dike got, "Em ji wan neditirsiyan, mehdê me ji wan dixeliya."
Yek ji şahidên serjêkirin, destavêtin, talan, êrîş û hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê, xwendekara Beşa Erebî ya Zanîngeha Helebê Emîne Mûhammed a 23 salî ye. Emîne Mûhammed a ji Kobanê, tiştên 3 salan dît û bi serê wê de hat, ji ajansa me re anî ziman û diyar kir ku kengî ew diçû Helebê hem li dibistanê hem jî di rê de rastî tacîz û gefên çeteyên DAIŞ'ê hatiye. Emîne Mûhammed hovîtiya bi serê wê de hatiye, qet ji bîr nake. Emîne Mûhammed diyar kir ku hevalê wê yê bi navê Mûhammed ê nerazîbûn nîşanî tacîzên çeteyan da, li pêş çavê hevalên wê serê wî hatiye jêkirin, li pişt wesayîtekê hatiye girêdan û li nava Helebê hatiye gerandin.
'BI TENÊ JI BO XWENDINÊ MIN ÇARŞEF LI XWE KIR'
Emîne Mûhammed da zanîn ku rêya ji Kobanê heta Helebê ya 2 saetan, bi qasî 15 saetan dewam dike û her carê rêwî veguheriye îşkenceyê. Mûhammed diyar kir ku di rê de i nuqteyên kontrolê yên DAIŞ, Artêşa Azad, El Nûsra û Esad de, gel rastî pêkanînên kêfî tê. Emîne Mûhammed ragihand ku li nuqteyên kontrolê çete êrîşên hovane li jinan dikin û anî ziman ku gelek jinên çarşef li xwe nekirin rastî destavêtina çeteyan hatin û hatin kuştin. Emîne Mûhammed diyar kir ku ji bo xwendinê wê çarşef li xwe kiriye û bi vî rengî behsa wan rojan kir: "Malbata min, min weke jineke ku bi vîna xwe tevdigere û di çarçoveya daxwazên xwe de li jiyanê dinêre, mezin kir. Lê belê ji ber DAIŞ'ê min zilma ku qet nedîtibû, dît. Bi tenê ji bo xwendinê min çarşef li xwe kir. Ew dem ji bo min mîna dojehê bû. Lê belê tiştekî bihata kirin tinebû, ez neçar bûm bixwînim. Di her nuqteya kontrolê de em ji wesayîtê peya dikirin û kontrol dikirin. Rûyê min vedikirin li min dinêrîn û tacîz dikirin. Nêzîkatiyên kêfî û êrîşên tacîzê, ne li gorî têkoşîna Misilmantiyê bû."
'EM JI WAN NEDITIRSIYAN, MEHDÊ ME JI WAN DIXELIYA'
Emîne Mûhammed got, "Min çavê xwe bi kevnekî reş digirt, ev yek îşkence bû. Bi vê îşkenceyê diçûm dibistanê" û anî ziman ku li dibistanê jî heman îşkenceya psîkolojîk û fîzîkî dewam dikir. Emîne Mûhammed da xuyakirin ku alîgirên DAIŞ'ê xwe li hemû zanîngehan birêxistin kirine û diyar kir ku van alîgiran ji nişka ve derê dersxaneyên wan vedikirin, kincên jinan kontrol dikirin û mamoste jî li pêşberî wan bêdeng bûn. Emîne Mûhammed ragihand ku çeteyan ji wan re gotine "Hûn ne ji Xwedê ji me ditirsin" û got, "Em ji wan neditirsiyan, lê mehdê me ji wan dixeliya."
'SERÊ MÛHAMMED JÊ KIRIN'
Emîne Mûhammed da xuyakirin ku di demên dawî yên dibistanê de DAIŞ'ê êdî bêsînor şîdet dikir û da zanîn ku hevalê wê yê ji Kobanê yê bi navê Mûhammed ê li dijî wan derket, qetil kirine. Emîne Mûhammed got, "Rojekê çete ketin hundirê dibistanê. Ji xwe di zanîngehê de gelek sempatîzanên DAIŞ'ê hebûn. Wê rojê mîna her rojê em tacîz kirin. Hevalê min Mûhammed li dijî wan derket û got, 'Hûn ne mirov in'. Bi tenê ji ber vê gotinê, serê Mûhammed di cih de jê kirin. Piştre bedena wî li dû wesayîtekê girê dan û li nav kolanên Helebê kaş kirin. Ev hemû li pêş çavên me rû da. Ji wê rojê û pê ve min nekarîbû xwendinê dewam bikim. Neçar mam dibistana xwe di sinifa çaremîn de biqedînim."
Emîne Mûhammed a vegeriya Kobanê, piştî demekê bi destpêkirina êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê re neçar ma hat Pirsûsê û niha li wargeha ji konan hewl dide travmaya bi serê wê de hatiye, ji ser xwe biavêje."