Rêxistinên Elewiyan bertek nîşanî destgrîkirinan dan

Rêxistinên Elewiyan bertek nîşanî êrîşên hikûmeta AKP-MHP'ê yên li dijî sazî û nûnerên Elewiyan û destgrîkirina nûneran, dan.

Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF), Federasyona Komeleyên Elewiyan (ADFE), Komeleyên Çandê yên Pîr Sultan Abdal (PSKAD) gelek saziyên Elewiyan destgrîkirina Serokê PSAKD'ê Cuma Erçe û nûnerên saziyên Elewî şermezar kirin.

Saziyan li ber Cevahîr AVM'ê ya Şîşliya Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar dan. Parlamenterê Stenbolê yê Şartiya Çepên Kesk Celal Firat û nûnerên saziyên sivîl piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hat berzkirin.

'POLÎSAN SÛC KIR'

Daxuyaniya ji hêla Serokê PSAKD'ê Cuma Erçe yê ku duh hatibû destgîrkirin hat dayîn. Erçe diyar kir ku dewlet her roj bi zext û tundiyê hewl dide kesên ji bo mafên xwe têdikoşin destgrî bike û got ku “hikûmet bi taybetî van êrîşan li dijî gel û baweriyên kêmaran pêk tîne.” Erçe anî ziman ku piştî darizandina Seroka Şaxa PSAKD'ê ya Sariyerê Beyhan Gun û Midûrê Şaxê Şîmal Denîz xwestin li ber Edliyeya Çaglayanê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û wiha got: "Polîsên ku sînorê rayeya xwe derbas kirin, pêşî li vê girtin. Rasterast bi awayeî dij hiqûqî destên rêveberên saziya Elewî û min kelepçe kirin û bi destgrîkirina me re sûc kir. Ev şerm a dewletê ye. Berpirsiyarên vê yekê divê demildest li pêşberî hiqûqê hesab bidin. Em hêvî dikin ku dozger û hemû rayedarên pêwendîdar daxuyaniyên pêwîst bidin.”

‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN Û PAŞDE GAV NAVÊJIN'

Erçe diyar kir ku dewlet hewl dide hemû civakê bitepisîne û wiha got: “Em dizanin ku bi ÇEDES û protokol û projeyên bi vî rengî olperestiya perwerdehiyê her ku diçe zêde dibe û hewldanên pişaftinê ji aliyê Wezareta Çandê ve hatiye kirin. Dema em li dijî van hemûyan têdikoşin, em dixwazin bi destgrîkirinê çavên me bitirsînin. Em ji kesên ku difikirin ku em ê bitirsin û paşde gav bavêjin re dibêjin ku li dîroka xwe binêrin. Em dixwazin bê zanîn ku em ê weke saziyên Elewiyan li dijî van pêkanînên faşîst û bertekên xwe di refên herî pêş de binînin ziman. Em di nav wan kesan de ne ku dibêjin yên li hemberî neheqiyê bêdeng dimînin şeytanên lal in. Em nûnerên helwesta Hûseyînan a ku li hemberî zaliman serî natewîne.”