Rewşenbîrên Kurd: Li dijî tecrîdê çi ji destê kê tê divê bike
Rewşenbîrên Kurd Mamoste Ahmet û Alî Fûat Çewlîg diyar kirin ku divê gelê Kurd bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidin.
Rewşenbîrên Kurd Mamoste Ahmet û Alî Fûat Çewlîg diyar kirin ku divê gelê Kurd bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidin.
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ket meha 31’emîn. Ji 25’ê Adara 2021’an ve tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê girtin. Hemû serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran ji aliyê saziyên pêwendîdar ên dewleta Tirk ve tên redkirin. Endamê Desteya Rêveber a PKAN’ê Alî Fûat Çewlîg û Rêveberê Enstîtuya Kurd a Elmanyayê Mamoste Ahmet têkîldarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivîn.
‘RÊBER APO Û KURDISTAN BÛYE YEK’
Rêveberê Enstîtuya Kurd a Elmanyayê Mamoste Ahmet bal kişand ser polîtîkaya tecrîdê ya dewleta Tirk û wiha got: “Di esas de Rêber Abdullah Ocalan ne tenê şexsek e. Divê weke saziyek were binavkirin. Rêbertî sazî ye. Ew bi Kurd û Kurdistanê re bûye yek. Dewlet jî vê dizane. Jixwe carinan dema ku parêzerên wî digotin, ‘Em azadiya te dixwazin.’ Rêber Apo digot, ‘Ez azad im, yên ne azad hûn in’. Ango ew mêjî ye, zihniyet e. Ev tê çi wateyê? Tê wateya ‘Xema min azadiya gelê Kurdistanê ye’. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd jî azadiya xwe di azadiya wî de bibîne. Gotin divê li ser vê bingehê be.”
‘AZADÎ NE BI GOTINÊ, WÊ BI ÇALAKIYÊ PÊKAN E’
Mamoste Ahmet destnîşan kir ku divê her kes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan seferber bibe û got: “Em Kurd, rewşenbîr, siyasetmedar xwedî lê derkevin wê azadiya wî pêkan bibe. Ango divê her kes li gorî xwe xwedî derbikeve. Helbet dibe ku helwesta her kesî cuda be, hin bi çeka xwe, hin bi aboriya xwe, hin bi pênûsa xwe, hin bi hunera xwe; ango eger her kes li gorî zanebûna xwe li ber tecrîdê rabe wê tecrîd were şikandin û azadiya Rêbertî pêkan bibe. Divê azadiya Rêberê gelê Kurdistanê bê misogerkirin. Divê her kes çi ji destê wan tê bike. Em demildest azadiya Rêbertiya xwe dixwazin. Ew jî wê bi vî rengî bibe. Wê bi tenê gotinê azadî nabe, wê bi çalakiyê pêkan bibe. Her Kurdek bi kesên ji neteweyên cuda re di têkiliyê de ye. Nasên wan hene. Divê em doza xwe bigihînin wan û hevgirtina wan bigirin. Eger em bi hunerî, çandî, fikrî û pratikî hevgirtinê wan jî pêş bixin, ez dikarim bibêjim ku azadiya Rêbertî nêzik e.”
‘YA GIRÎNG BERTEKA GELÊ KURD E’
Rêveberê Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) Alî Fûat Çewlîg bal kişand ser rola gelê Kurd di rakirina tecrîdê de. Çewlîg îşaret pê kir ku tecrîd li dijî mirovahiyê ye û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Di sê salên dawî de li dewleta Tirk û Rojhilata Navîn gelek bûyer qewimîn. Ji ber vê yekê tirsa dagirkeran heye. Ji bo vê li ser Rêbertiyê tecrîdê dimeşînin. Ev yek nayê qebûlkirin. Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo Rojhilta Navîn û Tirkiyeyê paradîgmayeke nû ava kir. Ji ber vê yekê dagirker wê rola xwe bilîzin, lê ya girîng berteka gelê Kurd e.”
‘DIVÊ EM DENGÊ XWE HÎN ZÊDETIR BIKIN’
Rêveberê PKAN’ê Alî Fûat Çewlîg fedakariya gelê Kurd a ku li dijî dagirkeran pêş xistiye bi bîr xist û diyar kir ku li dijî tecrîdê ji bo parastina destkeftiyên heyî divê bertek zêdetir bibin û wiha berdewam kir: “Li gorî min a girîng berteka gelê Kurd e. Çalakiyên ku weke bertek tên kirin jî têrê nakin. Divê em dengê xwe bilindtir bikin. Tecrîd ne hiqûqî ye. Em dikarin bibêjin ku tiştek hiqûqî nîne. Gelê me bi salan fedekarî kir, em vê dizanin. Em dizanin ku me encamên vê fedekariyê jî girtiye. Îro ji Rojava bigire li tevahiya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê destkeftiyên me hene. Em dizanin ku gelê me di destxistina van destkeftiyan de roleke mezin lîstin. Ji ber vê yekê eger gelê me wê germbûna xwe nîşan bide, em dikarin encamê bigirin. Ez dixwazim bi taybet diyar bikim ku berteka gelê me pir girîng û pêwîst e.”