‘Rewşa wan giran e, demildest berdin!”
Di çalakiyên li sê bajaran hat lidarxistin de, bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Emîn Guven, Bulent Zengî û Ozge Ozbek û wiha hat gotin: “Girtiyên nexweş demildest berdin.”
Di çalakiyên li sê bajaran hat lidarxistin de, bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Emîn Guven, Bulent Zengî û Ozge Ozbek û wiha hat gotin: “Girtiyên nexweş demildest berdin.”
ENQERE
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 431’emîn de ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e nikare were astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hate daliqandin. Berdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen a di daxuyaniyê de axivî, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Emîn Guven ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tê ragirtin.
Çevîrmen, diyar kir ku Emîn Gûven di sala 2016’an de hatiye girtin û ew xistine Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2’yan a Sîncanê û got ku Guven beriya bikeve girtîgehê nexweşiyeke wî ya kronîk tune bû û piştî ku ket girtîgehê pirsgirêkên wî yên tenduristiyê derketin holê. Çevîrmen da zanîn ku pêvajoya Saziya Tiba Edlî (ATK) ya derbarê Guven de, wê di 28’ê mijdarê de destpê bike lê ji ber kêmasiya belgeyan ev pêvajo her tim tê taloqkirin û anî ziman ku Guven bi lez û bez sewqî Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê kirine û di heman rojê de ew birine nexweşxaneyê.
Çevîrmen, bilêv kir ku Guven ê di 8’ê Kanûnê de aciz bû rakirin beşa lezgîn a nexweşxaneyê û da zanîn ku Guven ê di beşa lênêrîna awarte de bêhiş e, tevî pirsgirêkên wî yên tenduristiyê gelek cidî ne jî nayê berdan û banga berdana wî ya bilez kir.
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 559’emîn de çalakiya Rûniştina F li dar xist. Rêveberên ÎHD’ê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û çalakî li ber avahiya ÎHD’ê hat lidarxistin û vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Ozge Ozbek a li Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan û hat xwestin bê berdan. Endama ÎHD’ê Zehra Demîr daxuyanî da.
Demîr diyar kir ku li girtîgehan astengkirina mafê tenduristiyê û tedawiyê û şertên tecrîdkirina giran berdewam dike û tecrîd mafê mirovan binpê dike.
Demîr bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiya nexweş Ozge Ozbek a li Girtîgeha Gebzeyê tê ragirtin û destnîşan kir ku Ozbek bi nexweşiya ûrê li ser mêjiyê wê û epîlepsî re rûbirû maye. Demîr destnîşan kir ku mafê tedawiya Ozbek tê astengkirin û li gel nexweşiya wê giran e jî nayê berdan. Demîr anî ziman ku Ozbek li gel rapora nexweşxaneyê ku nikare di girtîgehê de bimîne jî lê Saziya Tiba Edlî cezayê Ozbek taloq nake û berdana wê asteng dike.
Demîr bi bîr xist ku hevjînê Ozbek li gel serî li ÎHD’ê daye û di serlêdanê de destnîşan kiriye ku jiyana hevjîna wî di bin xetereyê de jî nayê berdan. Demîr diyar kir ku ji bo mafê tenduristiyê û mafê jiyana wê bê parastin û bê tedawîkirin demildest bê berdan.
ÎZMÎR
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê ji bo bal bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 264’emîn de li ber Sumerbanka kevn a li Konakê daxuyanî da û pankarta “Nebin şirîkê sûc, girtiyên nexweş berdin” hat vekirin.
Serokê ÎHD’ê ya Îzmîrê Zafer Încîn destnîşan kir ku mirin û qetilkirina li girtîgehan berdewam dike û bal kişand ser mirina Ahmet Silik û Emre Abalik ên çend roj berê li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan.
Încîn anî ziman ku mafê tenduristî û tedawiyê mafê herî sereke û mirovî ye û tevî mafê ku hatiye mîsogerkirin jî lê girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û bi mirinê re rûbirû ne.
Încîn bal kişand ser binpêkirinên ku girtiyên nexweş pê ve rûbirû dimînin û da zanîn ku girtiyê nexweş Bulent Zengî yê ku li Girtîgeha Kiriklara Îzmîrê tê ragirtin ji bo ji çoka xwe emeliyat bibe di 18’ê mijdarê de wî dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyurdê. Încîn diyar kir ku her çiqas ji Zengî re hatiye gotin ku wê emeliyat bikin jî lê wî dibin girtîgehê û gardiyan êrîşî wî dikin û nehiştine ku bi malbata xwe re hevdîtina bi telefonê bike. Încîn anî ziman ku gardiyanan êşkenceyê li Bulent Zengî kirine û ewlehiya jiyana wî nemaye û divê tavilê bê parastin û berdan. Încîn her wiha got ku divê hemû girtiyên nexweş bên berdan.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.