Rewşa girtiyên nexweş Parlak û Aykaç giran dibe

Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de, hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Mehmet Parlak û Ayhan Aykaç giran dibe.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya 603’yemîn a “Rûniştina F” ku bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş her hefte lidar dixin li ber avahiya komeleya xwe pêk anî. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Parlak ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Sîncanê tê ragirtin. Di daxuyaniya ku gelek parazvanên mafên mirovan û malbatên girtiyên tev li bûn de pankartên “Tedawî maf e nikare bê astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Mehmet Parlak bê berdan” hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” , “Tedawî maf e nikare bê astengkirin” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin.

Endamê Komîsyona Girtîgehan ê ÎHD’ê Mehmet Acettîn ê daxuyanî da bal kişand ku li girtîgehan her roja ku diçe binpêkirinên mafan zêde dibin û diyar kir ku rêziknameya Qanûna Efû û Înfazê ya Serokomariyê ya ku destûrê dide rakirina cezayên girtiyên nexweş an jî taloqkirina wan, dibe sedem ku di navbera girtiyan de cihekarî bê kirin û ev rewş dibe sedema mirina hin girtiyan. Di çarçoveya rêziknameya di 1’ê çileya 2021’an de ketiye meriyetê de û bi raporên Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê yên girêdayî vê rêziknameyê girtiyên nexweş nayên berdan.

Acettîn, bi bîr xist ku girtî Parlak ji 4 saliya xwe ve nexweşê gurçikê ye û ji ber nexweşiya gurçikê ya kronik beriya 10 salan neqla gurçikê kiriye û wiha got: “Parlak beriya 17 mehan hatiye girtin, li Hataya piştî erdhejê hate sewqkirin, ji ber di qawişeke qelebalix a ne paqij de dihate ragirtin bi enfeksiyona roviyan ketiye û di demekî kin de 20 kîlo winda kirine. Yekane gurçika wî ya heyî xesar dîtî ye ji sedî 70 fonksiyon winda kiriye. Piştî sewqî Sîncanê hatiye kirin li Nexweşxaneya Bajêr a Etlîkê 25 rojan razandine û dermankirine û di 15’ê îlonê de bi awayekî lezgîn wergirtine diyalîzê û hewl dane gurçika wî xelas bikin. Bi gotina bijîşkên Parlak tedawî dikin, heke tedawiyeke baş û lênêrîneke baş neyê kirin ji sedî 30 bi xetereya windakirina yekane gurçika xwe re rû bi rû ye. Lê belê ji xeynî serlêdanên ji bo nexweşxaneyê dem bi dem dereng dikevin, di dema sewqan de di demekî dirêj û bikelemçe di wesayîtên rîngê de tên sekinandin, pirsgirêkên di peydakirina dermanan de, têkildarî nexweşiya Parlak de rîskên cidî derdixîne holê.”

Acettîn, da zanîn ku di çarçoveya daxwaza taloqkirina înfazê de li benda rapora ATK’ê ya derbarê Parlak de bê dayînin. Acettîn, da zanîn ku malbata Parlak dixwaze heta xetereya li ser jiyana lawê wan derbas bibe ji ber nexweşiyê bê efûkirin ew jî nebe heta tedawiya wî diqede înfaza wî bê taloqkirin û ji bo vê jî piştgiriya cemaweriyê dixwazin. 

ENQERE

Endamên Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 475’emîn de li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê çalakî lidar xist. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ayhan Aykaç ê li Girtîgeha Kirşehîrê ya Ewlehiya Bilind girtî ye.

Endama ÎHD’ê Sevîl Turgut daxuyanî da û anî ziman ku Ayhan Aykaç 59 salî ye û 23 sal in girtî ye û gelek nexweşiyên kronîk lê peyda bûne û ji Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê ji ber erdhejê sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hatiye kirin. Turgut destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê bi awayek xemsar nêzî nexweşiyên Ayhan Aykaç dibe û ji ber xemsariya rayedaran her ku diçe rewşa tenduristiya wî ber bi xeteriyê û dijwariyê ve diçe. Turgut anî ziman ku divê Aykaç demildest bê berdan û ji bo selametiya tenduristiya wî divê cezayê wî bê taloqkirin û were berdan.