Rewşa girtiyê nexweş Yildiz giran e

Li Stenbolê endamên ÎHD’ê bal kişandin ser rewşa Salman Yildiz ku ji sedî 68 astengdar e.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 606’emîn de çalakiya “Rûniştina F” lidar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê pêk hat û parêzvanên mafên mirovan û xizmên girtiyên nexweş beşdar bûn û pankartên “Girtiyê nexweş Salman Yildiz bila bê berdan” û “Tedawî maf e nayê astengkirin” hildan. 

Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Zehîr Demîr daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Salman Yildiz û wiha got: “Salman Yildiz bi nexweşiya giran a epîlepsiyê ketiye. Ji serê xwe birîndar bûye û mêjiyê wî xesar dîtiye. Ji ber vê yekê felc bûye û aliyê wî çepê tevizî ye. Ji sedî 68 astengdar û rapora wî jî heye. Ew nikare bi tena serê xwe bijî û li xwe binêre. Tenduristiya wî her roja ku diçe xera dibe. Ew di dema ku alîkariya mirovî ji bo Kobanê dihat rêkirin de di êrîşa DAÎŞ’ê de birîndar bûye. Piştî ew salek di girtîgehê de maye hatiye berdan. Cezayê wî hatiye erêkirin û bêyî ku tedawiya wî temam bibe dîsa tê girtin û niha girtî ye. Piştî ku cara duyemîn hat girtin, rewşa wî her ku diçe xerab bû û rewşa wî ya bi xeter didome.

Ew di 23’yê cotmehê de bi rêya telefonê li gel kekê xwe axivî ye û gotiye ku tedawiya wî nayê kirin. Tu daxwazek wî nayê qebûlkirin. Girtî Salman xwestiye ku hemû pirsgirêkên girtiyan demildest bên çareserkirin. Ew di hucreya yek kesî de tê ragirtin û tevî ku wî nexwestiye jî niha li Girtîgeha Mûglayê ya Tîpa E’yê tê ragirtin. Malbat dixwaze ewladê wan bişînin girtîgeh nêzî wan ku tedawiya wî bikin û lê binêrin. Em wek Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê bang li rayedaran dikin ku ji bo Yildiz û hemû girtiyên nexweş bikevin nav tevgerê û berpirsiyariya xwe ya ji bo parastina mafên girtiyên nexweş wezîfeya xwe bicih bînin.”