Rewşa girtiyê nexweş ê 68 salî Tanhan giran e

Cemal Tanhan ê 68 salî tevî nexweşiya xwe ya giran jî nayê berdan. Tanhan bi gumana nexweşiya penceşêrê, sewqî Eskîşehîrê hat kirin.

Cemal Tanhan ê 68 salî li Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F’ê girtî ye. Tanhan felc derbas dike û wî di 23’ê Cotmehê de wî radikin ûnîteya venêrîna awarte ya Nexweşxaneya Dewletê ya Bolûyê. Hat zanîn ku ji ber nexweşxaneya Bolûyê nikaribûye tedawiya Tanhan bike, duh sewqî Beşa Cerahiya Giştî ya Nexweşxaneya Bajêr a Eskîşehîrê hatiye kirin.

Behiye Tanhan bi destûra Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê bi hevjînê xwe re hevdîtin kir. Tanhan nêzî saetekî li nexweşxaneyê bi hevjînê xwe re hevdîtinê dike. Tanhan diyar kir ku hevjînê wê di venêrîna awarte de tê dermankirin û bijîşkan ji wan re gotiye ku gumana bi nexweşiya penceşêrê ketibe heye. Tanhan got bijîşk jê re gotiye ji bo selametiya tenduristiya hevjînê wê ew di hefteyekê de du caran dikare bi hevjînê xwe re hevdîtinê bike.