Rêveberiya HEDEP'ê ji bo nirxandina 'darbeya dadgeriyê' li hev civiya
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) ji bo nirxandina biryara Dadgeha Bilind a nenaskirina biryara Dadgeha Destûra Bingehîn, li hev kom bû.
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) ji bo nirxandina biryara Dadgeha Bilind a nenaskirina biryara Dadgeha Destûra Bingehîn, li hev kom bû.
Daîreya Ceza ya 3'yemîn a Dadgeha Bilind, biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a têkildarî binpêkirina mafê Can Atalay nas nekir. Desteya Rêveberiya Navendî ya HEDEP'ê jî li ser mijarê li Navenda Giştî ya HDP'ê li hev civiya.
Civîn bi serokatiya Hevserokê Giştî Tûncer Bakirhan pêk hat û tevî parlamenterên komê, berdevkê partiyê û hevberdevkên komîsyona hiqûqê, gelek endamên Desteya Rêveberiya Navendî tevlî bûn.
Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk tê. Biryara ku di civînê de bê wergirtin wê ji aliyê Hevserokê Giştî Bakirhan ve ji raya giştî re were ragihandin.