Rêveberên baro yên nikare mixalefeta desthilat bike nikare bibin baro

Parêzer Sezîn Ûçar bibîr xist ku parêzertî pîşeya kesên ku nûnertiya yên li hemberî aliyên wana rêvedibin dike ye, di hilbijartinên Baroya Stenbolê de ji bo serokê koma Parêzerên Azadîxwaz û Demokrat bû namzed.

Hilbijartinên Baroya Stenbolê di Cotmeha 2020’an ji ber şewba koronayê hatibû taloqkirin. Ev rewş her çiqasê ne li gorî Yasayên Parêzertiyê ye bê dîtin jî lê hilbijartin çênebû. Herî dawî di çarçoveya fermana Wezareta Karê Hindur hat ragihandin ku yasayên giştî yên baroyên Stenbol û Enqereyê ji bo Cotmehê hate hiştin. Di hilbijartinên Baroya Stenbolê ya ku tê payîn 16-17’ê Cotmehê were lidarxistin ji bo serokatiya Parêzerên Azadîxwaz û Demokrat (ODAV) Parêzer Sezîn Ûçar wek namzed hat nîşandan. Têkildarê Baroya Stenbolê û perspektîfên wê bi xwe, me nirxandinên Sezîn girtin.

Sezîn Ûçar di bersiva pirsa bê ka ODAV wê bi perspektîfeke çawa tevlî hilbijartinên Baroya Stenbolê bibe de got ku feraseta niha ya di Baroya Stenbolê de heyî versiyonekî din ê feraseta dîktatoriya tek zilam e. Ûçar da zanîn ku di baroyan de bi giranî aqilê netewperest, mihafezekar, milîtarîst û di heman demê de zilamsalarî serwer e û wiha domand: “Ji ber wê em baroyekî demokrat, azadîxwaz û wekhevîxwaz û wekheviya zayendî diparêze dixwazin. Ji ber ku pozîsyona pîşeya parêzertî ya di têkoşîna maf û azadiyê de e, ji berpirsbûyîna li hember parastina mafên baroyên xwe jî, odeyek ya pîşeyî jî dibe, wate tenê kesên ku berpirsiyarin vêdetir e.”

Ûçar diyar kir ku baroyên heyî ji perspektîfa azadîxwaz û wekhevîxwazî pir dûr in û got: “Ji ber ku wisanin ji têkoşîneke biwate li hemberî rejîma dîktatoriyal ya ku ji aliyê wê ve tên rêvebirin û îro di navê de ne dûr in.”

Sezîn di bersiva pirsa bê ka parêzertiya karkerî çiye de diyar kir ku di esasê de parêzertî pîşeyekî serbest e û bi salane ku wisa tê rêvebirin. Ûçar her wiha diyar kir: “Ji ber ku parêzer bi rengekî serbest kar dike lewre li beramberî muwekîl yan jî daraz û rêveberan serbixwe ye. Lê ev parêzertiya karkerî di demên dawî de pir berbilav bû. Hema bêje ji çar paran sê parên parêzerên ku Baroya Stenbolê pêktînin, ji aliyê kesê/ên karsaz ve tê mêtinkirin. Piraniya wan di rewşekê de ne ku li rex hevpîşeyê xwe yê parêzer keda xwe bi pere difroşin.”

Di bersiva pirsa ‘Başe Baroya Stenbolê bi rêveberiya heyî re vê rewşê çawa digre dest?’ de Ûçar ev nirxandin kir: “Baroya Stenbolê çawa ku ji bo vê rewşê ti çareyek pêş nexistiye, mînak pênaseya parêzerê karker nake û dibêje ‘parêzerê girêdayî’. Çawa ku tu yê bêjî qey karkerî û parêzerî nikare were ba hev, di nava hewldanekê ya nixumandina rastiyekê ye. Lê di rastiyê de parêzer karkeriyê dikin, ji aliyê hevpîşeyiyên xwe ve tên mêtinkirin.. Ji ber ku ayîdê çînanin: yek karker e, yê din jî karsaz e.”

Parêzer Ûçar di dewamê de ragihand ku rêveberiya Baroya Stenbolê di aliyê polîtîk de ji ber ku tekperest, netewperest û şoven e, îro pirsgirêkekî mezin çêdikin û wiha dirêjî da nirxandinên xwe; “Mînak Baroya Stenbolê têkildarê qirkirina Ermeniyan rû bi rûbûneke biwate nîşan nade. Di demekê de ku ew yek ji mezintirîn qirkirinan e ku li vê erdnîgariyê pêkhatiye. Di operasiyonên dersînorî yên li ser Sûriyê de li ser bingehê mafê mirovan daxuyaniyekê jî nade, di nav hewldanekê dij derketinê jî nîne. Her wiha li bajarên Kurdan mal tên bombekirin û mirov tên qetilkirin, lê baro dernakevin derweyî gotinên dewleta heyî.

Baro li gorî cewhera xwe neçare li dijî vê derkeve. Ji ber ku ku parêzertî pîşeya kesên ku nûnertiya yên li hemberî aliyên wana rêvedibin dike ye.”

Sezîn Ûçar di derbarê pirsa têkildarê perspektîfa wan ya ji bo wekheviya zayendî de got ku ew wek Parêzerên Azadîxwaz û Demokrat di heman demê de xwe dispêrin perspektîfekî ya wekheviya zayendî û hemû desketiyên têkoşîna azadiya jinê di bingeha xwe de dihevînin. Ûçar bibîr xist ku ew heya niha hem piştgirî dane namzedên jin û hem jî ji bo sîstema hevserokatiyê bûne namzedên rêveberiya baroyê û got: “Me di nava saziyên xwe de prensîba temsîliyeta wekhev a jin ya ji sedî 50 esas girtiye.”

Ûçar têkildarê pirsa dawî ya ‘hûn çarçoveyekî têkoşînê ya çawa difikirin’ da xuyakirin ku ew di wê hizrê de ne ku Baroya Stenbolê ya heyî bi têrkerî tênakoşe û got: “Hilbijartina Baroya Stenbolê bi fermanên Suleyman Soylû pir caran hate taloqkirin. Di halê heyî de rêveberiya Baroya Stenbolê ku di nava Yekîtiya Baroyên Tirkiyê de yê herî zêde xwedî delegasyon e salekê zêdetir serokatî kiriye. Yek ji rexeneyên me yên herî bingehîn eve ku li hemberî vê rewşê mixalefetekî bibandor nehatiye pêşxistin. niha tiştek wiha heye; ger em nekaribin mafê xwe biparêzin emê nekaribin mafê welatiyan jî biparêzin.”

Parêzer Sezîn Ûçar wiha perspektîfa xwe ya bingehîn anî ziman: “Bi girtina helwestekî azadîxwaz û wekhevîxwaz, bêyî ku cihêkarî bikin emê di nava hevpîşeyiyên xwe de pêk bînin. Mînak di darizandinên KCK’ê yên li ser Buroya Huqûqê ya Sedsalê tên pêkanîn de Baroya Stenbolê heya bêjî helwestekî cihêkar esas girt. Emê hem li hemberî êrişên heyî yên li ser pîşeya parêzertiyê bêyî ku cihêkarî bikin bisekinin û hem jî ji bo îtîbara vê pîşeyê ji nû ve bidin qezenckirin emê têbikoşin.”