Rêveberê DEM Partiyê Gucenmez hate binçavkirin

Rêveberê DEM Partiyê ya Mêrsînê Ahmet Gucenmez hate binçavkirin.

Di bîranîna pêşengên şoreşger ên Nifşê 68’an Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan a li Mêrsînê de polîsan bi hinceta “biryara komkirinê heye” dest danîn ser hejmara 49’emîn a Kovara Demokratîk Modernîteyê. Rêveberê DEM Partiyê yê Mêrsînê Ahmet Gucenmez jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate binçavkirin.

Ahmet Gucenmez ê birin midûriyeta polîsan, piştî îfadeyê dê sibe sewqî edliyeyê bê kirin.