Rêveberê BDP'ê yê navçeya Akdenîza Mêrsînê Mahfuz Aktug hate binçavkirin.
Rêveberê BDP'ê yê navçeya Akdeniza Mêrsînê Mahfuz Aktug li malê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Polîsan piştî bi ser mala Aktug de girt û li malê lêgerîn kir, Aktug binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê. Sedema binçavkirina Aktug nehat zanîn.