Remo yê di şer de her du lingê xwe winda kir: Min dixwest li Kobanê şer bikim

Remo yê di şer de her du lingê xwe winda kir: Min dixwest li Kobanê şer bikim

Ehmed Remo ku ji Kobanê tevlî Tevgera Azadiya Kurd bû, 5 salan li Çiyayê Kurdistanê şer kir, di pevçûnekê de her du lingê xwe jî winda kir. Piştî dîl hat girtin 10 salan di zîndanê de ma. Remo diyar kir ku niha ji ber ku di berxwedana Kobanê de cih nagire xemgîn e û her ciwanê ku dikare çekê bigire divê di eniyê de cih bigire.

Ehmed Remo yê 50 salî ji bo têkoşîna azadiyê di sala 1989’an de ji Kobanê diçe Qendîlê. Li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz perwerdeyê dibîne û piştre li çiyayan gerîlatiyê dike. Di 1994’an de li herêma Serhedê di şerekî de her du lingê xwe winda dike û di heman şerî de dîl tê girtin. 10 salan di zîndanê de dimîne, di 2004’an de derdikeve. Remo diyar dike ku ji ber şertên xwe yên fîzîkî nikare di nava refên YPG’ê de cih bigire û gelek xemgîn e. Remo got ku divê hemû ciwanên çar parçeyê Kurdistanê li qadên azadiyê cihê xwe bigirin.

DÎL HAT GIRTIN LINGÊ WÎ HATIN JÊKIRIN

Remo jiyana xwe wiha vedibêje: “Apocî di sala 1989’an de hatin gundê me. Min xwest ez bi wan re biçim. Ez şandim Lubnanê. Piştre ez şandim Akademiya Mahsum Korkmaz. Min perwerde dît. Ez li Garê, Xakurkê û Serhedê xebitim. Herî dawî li Çiyayê Alahuekber ê Erdexanê agahiya me girtin. Em komek ji 70 kesî bûn. Me du rojan li ber xwe da. Çileyê 1994’an bû. Lingên min cemidîn hevalan ez danîm cihekî saxlem. Lê koma ez danibûm cihê min winda kirin. Leşkerên Tirk ez girtim. Lingên min jêkirin. Piştre 23 rojan îşkence li min kirin. Ez 9 sal û nîvan di girtîgehê de mam.

Ehmed Remo da zanîn ku  ji ber ew di berxwedana Kobanê de cih nagire gelek xemgîn e û bang li hemû ciwanan kir ku di eniya şer de cihên xwe bigirin.