Rektorê qeyûm Melîh Bûlû ji wezîfeyê hate girtin

Prof. Dr. Melîh Bûlû ku weke qeyûm bû rektorê Zanîngeha Bogazîçiyê, di encama berxwedana xwendekaran û raya giştî ya demokratîk de ji wezîfeyê hate girtin.

Prof. Dr. Melîh Bûlû yê AKP'î ku beriya 6 mehan ji aliyê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ve weke qeyûm hate tayînkirin, ji wezîfeya rektoriya Zanîngeha Bogazîçiyê hate girtin. Biryar li Rojnameya Fermî hate weşandin.

Li dijî Bûlû, ku ji roja hate tayînkirin û pê ve daxwaza îstifaya wî hate kirin, xwendekaran û akademîsyenan çalakî kirin. Di van çalakiyan de ku bi mehan dewam kirin, gelek xwendekar hatin destgîrkirin û girtin.

Piştevaniya Bogazîçiyê ev peyam da:

"Ji roja destpêkê ve em dubare dikin ku berxwedana me ne li dijî kesan e, lê li dijî taylînkirin û pergala qeyûm e. Têkoşîna me ya li dijî tayînkirina qeyûman a li zanîngehan û şaredariyan bêtawîz wê dewam bike. Qeyûm hemû wê biçin."