Rejîma Îranê 7 kes li girtîgeha Kirmanşanê bi darve kir

Rejîma Îranê 7 kes li girtîgeha Kirmanşanê bi darve kir

Duh danê siharê li girtîgaha navendî ya Kirmanşanê Dizîl Abad yek jê jin 7 kes hatin darvekirin.

Li gorî rapora mafên mirovan li Îranê, Nesteren Sefewî ya 26 salî ku bi sûcdariya kuştinê cezayê darvekirinê lê hat birîn û 6 kesên din, duh danê siharê li girtîgeha navendî ya Kirmanşan Dizîl Abad hat darvekirin.

Heta niha rayedarên girtîgaha yên Îranê li ser cezayê van 7 kesane ti agahî ne dane.