Rayedarên Barzanî li pey çi ne!

Rêveberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî di demê dawî de cuda cuda hem li welatên Ereban û hem jî bi Tirkiyeyê re dicive.

Di demeke wisa de ku hemû çav li ser Başûrê Kurdistanê ye, rayedarên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî bi gelek aliyan re dicive û naveroka van civînan nayê zanîn.

Her di vê çarçoveyê de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vê carê ne li Tirkiye li Elmanya di Konseya Ewlekariya Munîhê de bi Wezîrê Parastina Mîllî ya Tirk Hûlûsî Akar re civiya.

Akar li ser vê civînê daxuyaniyek da û ragihand ku ew û Barzanî li ser hevkariya ‘têkoşîna bi terorê’ re civiyane.

Li aliyê din Wezîrê Parastina Mîllî ya Tirkiye Hûlûsî Akar li gel Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fûat Huseyîn civiya. Ne Akar û ne jî Huseyîn li ser naveroka civînê ti daxuyaniyek neda. Li gorî agahiyên hatin girtin di civînê de li ser hevkariya bi Tirkiyeyê re nîqaş hatiye kirin.

Heman demê Akar li gel Serokê Hikûmeta Herêmê Mesrûr Barzanî re jî civiya û Akar bal kişand ser têkiliyên hikûmeta Başûr a li gel Tirkiyeyê û dîsa hevkariya wan a li dijî ‘terorê’.

Li aliyê din dema li Mûnîhê bi rêya telefonê li gel Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çawîşoglû re civiyaye. Barzanî li ser hesabê xwe yê Twîtterê ev got: “Ez bi dostê xwe Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglu re axivîm û hêviya başbûna zû jê re xwast ji nexweşiya Koronayê. Ez kêfxweş bûm ku moralê wî bilind e. Me her wiha behsa rewşa Iraqî kir.”

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî di çarçoveya Konferansa Ewlekarî ya Mûnîhê civiyan û biryara dawî ya Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ya derbarê yasaya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin. Di civînê de pêşketinên dawî yên şerê li dijî terorê, û metirsiyên DAÎŞ’ê hatin gotûbêjkirin.

Heman demê Rayedarên Başûr Barzanî li gel Fransa, Elmanya û rayedarên Ewropî civiyan. Berî niha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Qeterê jî kiribû.

Di demek wiha de ku li Başûrê Kurdistan û Iraqê krîzeke siyasî û dîsa civakî heye, serdanên rayedarên Barzanî ya li piştperdeyan balê dikişîne.

Balkêş e her cara ku Rayedarên Barzanî li gel Tirkiye dicive, mijara esas Tevgera Azadiya Kurd û dîsa Şengal û Mexmûr e. Balkêş e berî êrîşa herî dawî ya li ser Mexmûr û Şengalê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Tirkiyeyê bû. Nayê zanîn dema êrîşê Barzanî li Tirkiye bû an jî piştî wê çûye Tirkiyeyê, ev jî weke pirseke balkêş û sosret li holê maye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di civîna herî dawî ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a li Tirkiyeyê de hatibû ragihandin ku wê gaza xwezayî bifiroşin Tirkiye.

Li ser vê yekê nerazîbûnên zêde derketibû pêş û Dadgeha Federal a Iraqê li ser vê yekê civiya û biryar girt. Li gorî biryarê firotina gaza xwezayî û petrolê ya Tirkiyeyê ne hiqûqî û dijî qanûnên Destûra Bingehîn a Iraqê ye.

Li aliyê din ji xwe krîza jiyanî û nebûna xizmetguzarî û bihabûnê, xelkê Başûr tim di nava xwepêşandanê de ne û daxwaza xizmetê ji rayedarên Iraqî û Başûr dikin.

Balkêş e li Başûrê Kurdistanê gaza xwezayî pir biha bûye û carinan peyda jî nabe, firotina wê bi qîmeteke pir kêm a Tirkiyeyê, rê li ber nerazîbûneke pir mezin a civakî vekiriye.