Rawêjkarê Ewlekariya Gelemperiyê Ozçelîk ji peywirê hat girtin!

Rawêjkarê Ewlekariya Gelemperiyê Ozçelîk ji peywirê hat girtin!

Beriya demekê hatibû ragihandin ku Rawêjkarê Ewlekariya Rêkûpêkî û Gelemperiyê yê Tirk Mûrat Ozçelîk, ji ber ku di çareseriya pirsgirêka kurd PKK û BDP weke muxatab nehat dîtin û ji ber pirsgirêkên wî yên bi Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay re îstîfaya xwe pêşkêşê hikûmetê kir. Niha jî hat ragihandin ku Ozçelîk ji peywirê hat girtin.

Li gorî nûçeya CNN TURK Rawêjkarê Ewlekariya Rêkûpêkî û Gelemperiyê yê Tirk û balyozê Tirk ê berê yê Bexdayê Mûrat Ozçelîk, ku ji aliyê Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ve ji bo rêvebirina xebatên operasyonelî û sîxûrî hatibû peywirdarkirin, ji peywirê hat girtin.

Hate zanîn ku Ozçelîk ji ber ku di çareseriya pirsgirêka kurd PKK û BDP weke muxatab nehat dîtin û ji ber pirsgirêkên wî yên bi Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay re beriya niha îstîfaya xwe pêşkêşê hikûmetê kiribû.