Rapora TÎHV'ê: Li bajarên Kurdan êşkence zêde bû

Li gorî rapora TÎHV'ê, ji sedan kesî serî li weqfê dan û diyar kirin ku êşkence li wan hatiye kirin. Di raporê de hate destnîşankirin ku li Kurdistanê êşkence zêde bûye.

Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), “Rapora Navendên Dermankirin û Rehabîlîtasyonê ya Sala 2020’an” eşkere kir. Rapor asta êşkence û mûameleya xerab a li Tirkiyeyê diqewime dide nîşandan. Hat diyarkirin ku temenê herî biçûk ê di nava kesên ji ber êşkence li wan hatiye kirin de serî li TÎHV’ê daye 3 salî ye.

Li gorî raporê, di sala 2020’an de ji her 10 kesên bi êşkenceyê re rûbirû mane herî kêm çaran (ji sedî 40,7) êşkenceya zayendî lê hatiye kirin. 572 kesan ji ber êşkence û muameleya xerab, 2 kesan ji ber êşkence û binpêkirinên mafan ên giran, 31 kesan weke xizmê kesên hatin êşkencekirin, bi daxwaza dermankirin, rehabîlîtasyon û belgeyan serî li TÎHV’ê dane. Hat tespîtkirin ku 12 serlêdanên ji bo êşkence û şahidiyê hatine kirin li derveyî welat pêk hatine.

Di raporê de kesên ku serlêdan kirin ji sedî 62,5 zilam, ji sedî 36,5 jin, ji sedî 1 LGBTÎ+ û ji sedî 3,4 jî ji zarokên di bin 18 salî de pêk tên. Hat diyarkirin ku di raporê de ji 562 kesan 507 ji ber fikrên siyasî, nasname û çalakiyan hatine binçavkirin û li gorî par di rêjeya kesên di pandemiyê de li kolanan û qadên vekirî hatine binçavkirin de ji sedî 61 zêdetir bûye.

Di raporê de hat destnîşankirin ku kesên serlêdan kirine herî zêde li kolanan, qadên vekirî, di erebeyê de, li miduriyetên polîsan û li qereqolan hatine êşkencekirin.

Di raporê de daneyên binpêkirinên mafên mirovan û têkiliyên pirsgirêka kurd jî hatin pêşkeşkirin. Li gorî vê kesên li Bakurê Kurdistanê hatine ser dinê ji sedî 24,6 nifûsê Tirkiyeyê pêk tînin. Di nav kesên ku hatin êşkencekirin de ji sedî 62,6 kesên ku li vê herêmê hatine ser dinê ne. Balkêşe ku ji her 4 kesan kesek ji ber êşkenceyê serî li TÎHV’ê daye jî hêj xwendekar in.

Li gorî raporê temenê zarokê herî biçûk ku êşkence dîtiye 3 salî ye. Hat tespîtkirin ku zimanê temamê zarokên ji ber nijad û sedemên siyasî êşkence dîtin kurdî ye û piştî qedexeya derketina derve ya li Bakurê Kurdistanê hatibû îlankirin êşkence li wan hatiye kirin.